Li Amedê ciwanekê întîxar kir

10:17

JINHA


AMED - Li navçeya Peyasê a Amedê ciwanekê 25 salî ya bi navê Nûrettîn Elîbal, li kargeha lê dixebite xwe daliqand û dawî li jiyana xwe anî.


Li Amedê ciwanekê 25 salî yê bi navê Nûrettîn Elîbal, li kargeha bi navê Elîf Ocakbaşi ku li ser Kolana Dr. Sitki Guler a Taxa Huzurevlerî ya girêdayê navçeya Peyasêye, xwe daliqand û dawî li jiyana xwe anî. Hate diyarkirin ku Nûrettîn, bi pêşmala xwe ya pê dixebite xwe daliqandiye. Serê sibê ku hevalên wî yên di heman kargehê de dixebitin pê hesiyan e û bang li polîsan kirine. Ciwanê ku jiyana xwe ji dest da, rakirin morga Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Dîcleyê. Polîsan, li cihê bûyerê lêkolînê da dest pê kirin.


Li gor agahiyan Nûrettîn, ji ber ji jinekê his dikir dixwest bizewice, ji ber malbata jinê destûr nedayê întîxar kiriye.


 


(zt)