Li Şemzînan ser sînor 22 birîndar
10:24
JINHA
COLEMÊRG – Li gundê Navberojan yê Şemzînanê di navbera gundî û leşkeran de pefçun derket 6 jê giran 20 leşker û 2 welatî birîndarbû.
Li gundê Navberojan yê girêdayî navçeya Şemzînan ya Colemêrgêye ku ser sînorê Herêma Federala Kurdistanêye di navbera gundî û leşkeran de perfçun derket. Li gorî agahiyan leşkeran bi bombeyên gazê mudaxeleyî gundiyan kirin û gundiyan jî bi keviran bersiv da wan. Di nencama guleyên ku leşkeran ser gundiyan reşandine de gundiyê bi navê Dawid û di encama bombeyên gazê yên ku leşkeran ser gundiyan de barandin de jî gundiyê bi navê Îbrahîm Beşer jî birîndarbû.
Di bûyerê de 6 jê giran 20 leşker birîndar bûn. Leşerên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê, gundiyên birîndar jî rakirin Navenda Tenduristiyê ya Dêrecigê
(zt)
