‘Ser komkujiya Roboskî re 140 hefte derbas bûn’
11:09
JINHA
ŞIRNEX-Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskî di hefteya 140’emîn de dewam dike. Malbatên Roboskî yên bi dirûşmeya, “Di şerma Roboskî de hefteya 140.” Ji ber fail dernakevin holê û nayên darizandin îsyan kirin.
Li gundê Roboskî yê girêdayî Qilaban a Şirnexê malbatên 34 kesên ku piraniya wan zarok di 28’ê Kanûna 2011’an di encama bombebarana balafirên artêşa Tirk de hatin qetilkirin daxwaza xwe ya edaletê ku her hefte tînin ziman, di hefteya 140’emîn de bi dirûşmaya “Di şerma Roboskî de hefteya 140.” li ser gorên xizmên xwe qîr kirin.
‘Em komkujiya Roboskî wek qonaxeke nû dibînin’
Li ser navê malbatên Roboskî daxuyaniya çapemeniyê ya vê hefteyê ji aliyê Selma Alma ve hat xwendin. Selma diyar kir ku wê malbat lêgerînên xwe yên edaletê bidomînin û got: “Ser komkujiya Roboskî re 140 hefte derbas bûn. Ne di pêvajoya darizandinê, ne di lêpirsîna îdarî û ne jî di rapora ku ji aliyê komîsyona meclîsê ve hat amadekirin ti gaveke cidî nehat avêtin.” Selma di dewama axaftina xwe de wiha domand: “Em komkujiya Roboskî wek qonaxeke nû dibînin û em dixwazin bêjin ku em Roboskî ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.”
Piştî daxuyaniyê li ser navê malbatên Roboskî Ferhat Encu jî ji bo her Pêncşem komkujiyê bînin rojevê bang li saziyên civaka sivîl, rêxistinên demokratîk kir da ku li Goristana Roboskî kom bibin.
(zt)

