Li Hesekê merasîmek girseyî ji bo Endama YPJ’ê Raperîn hat kirin
11:23
JINHA
HESEKÊ- Bi sedan welatiyên bajarê Hesekê sersaxî ji malbata têkoşera YPJ’ê Raperîn Tolhildan ya ku di şerê 18’ê tebaxa 2014’an de li Cezzaa de jiyana xwe ji dest dabû xwest.
Di merasîmê de ser navê Yekîtiya Star Şîrîn Oso, ser navê Meclîsa bajarê Til Temir Mihemed Seîd, ser navê Meclîsa leşkerî ya Yekîneyên Parastina Jin, Endama Meclîsê Jînda Efrînê axivî, her wiha endamê Meclîsa Biratiya Gelan Mihemed Emîn Qasim axivin. Di axavtinan de behsa giringiya rolê tekoşeran di parastina destketiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê û soza şopandina riya têkoşeran kir û pêwîstiya parastina xaka Rojava ji çeteyên DAIŞ’ê kirin.
(zt)
