Li Efrînê navê tekoşerên kurd li dibistanan hatin kirin

11:46

JINHA


EFRÎN- Saziya Zimanê Kurdî  ya Kantona Efrînê navên dibistanên  demê rejîma Sûriyê binav kirine diguherin bi navên têkoşerê kurd û jorê dibistanan jî ala kantona Efrînê bilindikin.


Di çarçoveya karûbarên  Zimanê kurdî ya Kantona Efrînê hemleyek hatiye organizekirin bi alîkariya Endamên Konferdresiyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz  û wê di nava 3 rojan de xebat bidin meşandin.Di hemleyê de nêzî 22 navê dibistanan hate guhertin , navên dibistanên dema rejimê de wiha hatine bi cih kirin; Şehîd Ezîz  û ya Emîr El- Xebarî hate guhertin bi navê  Şehîd Ezîme , her wiha dibistana El-Zîraa  bûye bi navê Şehîd Sefqan.


Di heman demê de Saziya Zimanê Kurdî ala Kantona Efrînê li jora dibistana bilin dikin. Endama Rêveber ya saziya Zimanê Kurdî Nûjîn Bekir diyar kir ku wê di demek pêşiya niha navên dibistanan hatiban guhertin, lê ji ber ku derfet nebûn ev hemle dereng ma.


Bekir destnîşan kir ev hemle biryarên ku di konferansa Saziya Zimanê Kurdî hatibû dayîn hate pêk anîn.


(zt)