Ser vexwendina KCD’ê Şandeya Rojava derbazî herêmê bû

12:06

JINHA


DIRBÊSIYÊ - Şandeyek Rojavayê Kurdistanê ser vexwendina Kongreya Civaka Demokratîk derbasî herêmê bûn û dê beşdarî kongreya KCD'ê bibin.


Kongreya Civaka Demkratîk (KCD) ji bo beşdarbûna kongreya xwe, şendeyek ji Rojavayê Kurdistanê vexwend. Ser vexwendinê şandeya ku ji Serokê herêmê Ekrem Hiso, cigîrê wî Hisên El-Ezam, Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah, Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Îlham Ehmed, Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Zelal Cîger, Hevserokên Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo û Nezîre Gewriyê, Wezîrê Karûbarên Olî Mihemed El-Qadirî, Şêwirmendê Çapemeniyê yê Hevserokatiya PYD'ê Sîhanok Dîbo, Hevseroka Meclîsa Gel a Herêma Kobanê Ayûe Efendî û Endama Yekîtiya Star Emîne Hesen pêk dihat li Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê re derbazî herêmê bûn.


Şande di Deriyê Sînor ê Dirbêsiyê re derbasî herêmê bûn dê di 6 û 7'ê îlonê de li bajarê Amedê yê beşdarî kongreya KCD'ê bibin.


(zt)