Heyeta Elmanya diçe Rojava

13:46

JINHA


DUSSELDORF – Bi organîzeya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) re heyetek Elman a ji 21 kesan diçe Rojava


Bi organîzeya Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) re heyetek Elman a ji 21 kesan diçe Rojava. Dê di nav de rojnamevan, endezyar, ekonomîst, civaknas, perwerdekarê hiqûqî û gelek akademîsyenên ji beşên cuda yên pîşeyî hene, di navbera 7 û 30'ê Îlonê de wê li Rojava hin danûstandinan bike. Heyet wê pêvajoya ji nû ve avabûnê, sazîbûn û sîstema nû ya li Rojava li cih lêkolîn dike. Heyet her wiha wê bi xebatkarên saziyên li Rojava re civînan lidar bixe, hin xebatan bimeşîne. Tê payîn ku heyet xebatên xwe yên li Rojava yên sê hefteyan, bi pirtûk, broşur, semîner û çalakiyên cuda bi raya giştî ya Ewropayê re parve bike.


(zt)