Endama YPJ'ê Gulşen Çakır ji aliyê hezaran kesî ve hat oxirkirin
14:41
JINHA
ŞIRNEX- Li Dêrgulê jinan cenazeyê Endama YPJ’ê Gulşen Çakir (Derya Totan) ya k udi encama şerê navbera YPJ’ê û DAIŞ’ê derketî de jiyana xwe jidestdayî li ser milê xwe kirin û birin goristanê. Gulşen di rêwîtiya xwe ya dawiyê de ji aliyê hezaran kesan ve hat oxirkirin. Bavê Gulşen Halîl Çakir got: “Emê çeka wê li erdê nehêlin.”
Di encama şerê navbera YPJ û DAIŞ’ê derketî de Gulşen Çakir (Derya Botan) jiyana xwe ji destdabû. Dema ku cenazeyê Gulşen ji Saziya Tiba Edlî ya Amedê girtin bi konvoyekê ber bi cizîrê ve xistin rê. Li Cizîrê jî gulşen ji aliyê hezaran kesî ve hat pêşewazîkirin.
Ji bo definkirinê cenazeyê Gulşen bi konvoyekê ji navçeya Şirnexê Cizîrê ber bi Dêrgulê ve xistin rê. Di ketina bajaroka Dêrgulê de cenazeyê Gulşen ji aliyê jinan ve hat pêşewazîkirin, paşê jî nimzêja cenaze hati kirin. Piştî nimêjê cenaze bi tevlîbûna hezaran kesî ber bi goristan Dêrgulê ve xistin rê. Di merasîma cenaze de Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, hevşaredarên navend û navçeyên Şirnexê, endam û rêveberên PHD’ê, rêveberên MEYA-DER’ê, Dayîkên Aştiyê jî di navê de bi hezaran kes amadebûn. Di merasîmê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Gulşen Çakir hatibûn hildan. Di meşê de duruşmên weke “Bijî YPJ”, “Şehîd Namirin”, “Bê Serok jinan nabe”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne”, “Bijî Serok Apo” û “Kurdistan dê bibe goristana DAIŞ’ê” hatin bilind kirin. Piştî meşê jinan cenaze ser milê xwe birin goristana Dêrgulê. Piştî definkirinê sîroda “Ey Reqîp” hat xwendin û li ber re jî ji bo kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girin. Piştî rêzgirtinê Rêveberê MEYA-DER’ê Mele Qasim axivî û wiha got: “Bila her kes bizanin ku riya rast ya Derya û hevalên wê yên çekdarin. Îro roja biratî û wekheviyê ye. Rêber Apo rêya rast, ya azadî û wekheviyê daye nîşa me.”
‘Emê di rêya şehîdên xwe de berew pêş biçin’
Bavê Gulşen Halîl Çakir jî wiha got: “Bila serê Serok Apo saxbe. Bila serê hemû gelê kurd saxbe. Em sozê didin k udi riya şehîdên xwe de berwe pêş biçin. Emê çeka wan li erdê nehêlin. Şehîdên me rometa mene. Emê rêya wan û hevalên wan yên tekoşînê berewpêş bibin. Şehîd namirin.” Dema ku Halîl Çakir di axivî nekarî ser rondikên çavên xwe serwer bibe.
Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz jî got: “Bila serê hemû gelê kurd saxbe.”
Piştî axaftinan merasîma cenaze bidawî bû. Li aliyê dinê jî cenazeyê hevala Gulşen ya di heman şerî de jiyana xwe ji dest dayî Meryem Sayak (Mizgîn Nahîr) jî li gundê Xuşxişok yê navçeya Kanîreş ya Çewligê hat defin kirin.
(zt)

