‘Divê ji bo Êzidiyan herêmek otonom ya bi ewle bê avakirin’

15:09

JINHA


AMED - Hevserokên Federasyona Êzdiyan a Ewropoyê Dr. Leyla Ferman û Alî Atalan encama serdanên xwe yên li başûrê Kurdistanê, Rojava û Şengalê li Amedê parve kirin. Ferman diyar kir ku jinên êzdî bi 20-30 dolaran li Musilê tên firotin û Atalan jî destnîşan kir ku pêkanînên li dijî êzdiyan "komkujî ye" û trajediya êzdiyan didome.

Hevserokên Federasyona Êzdiyan a Ewropoyê Dr. Leyla Ferman û Alî Atalan ji bo rewşa welatiyên êzdî yên ku li Şengal, Rojava û başûrê Kurdistanê rasî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatine lêkolîn bikin çûn herêmê û encamên lêkolînên xwe li Amedê li avahiya KCD'ê de bi raya giştî re parve kirin. Dr. Leyla Ferman têkîdarî lêkolînên xwe anî ziman ku wan bi gelek kesan re hevdîtin pêk anîne.

‘Êzidî rastî cînosayîdê hatin’

Leyla axaftina xwe bi kurdî kir bal kişand li ser girîngiya Şengalê ji bo êzdiyan û got ku dê gelê êzdî Şengalê ji nûve înşa bikin û Şengaleke nû ava bikin. Leyla destnîşan kir ku êzdî bi êrîşên piralî ve rû bir û ye bi taybatî jî ev êrîş li ser jinan pêk tê. Leyla diyar kir ku jinên êzdî li Musilê bi 20-30 dolaran tên firotin, bi vi rengî hesasiyetên êzdiyan tên hedefgirtin. Alî Atalan jî diyar kir ku ev êrîş di warê hedef û armancan de "komkujî ye" û divê wisa bê nirxandin. Alî got k udu hedefê çeteyên DAIŞ'ê hene heke bikaribin dê gelê êzdî qetil bikin nikaribin jî dixwazin sirgun bikin. Alî anî ziman ku koçberkirina 600 hezar welatiyên êzdî komkujiya herî mezin a sedsalê ye. Alî da zanîn ku trajedî Hêj didome û kesên ku koçber dibin bi qedera xwe re rû bir û tên hiştin bi taybetî jî Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê qet alîkariyê nade welatiyên êzdî.

‘Hikûmeta KDP’ê hêza parastina Şengalê asteng kir’

Alî got ku ew çûne Kampa Newrozê ya li Rojava jî û diyar kir ku gelê me li kampê bi fedakariyeke mezin eleqeder dibin, lê gelê me yê li Başûr alîkariyê nabîne, li bakurê Kurdistanê jî xebatên ku mirovan kêfxweş dike dibinin. Alî li ser pêvajoya beriya komkujiya Şengalê rawestiya û anî ziman ku Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistan soza parastina Şengalê dabû û wiha pêde çû: "Piştî ku Hikûmeta Başûrê Kurdistanê li Şengalê bi cih bû soza ku wê Şengalê biparêzin da gel. Wan soza xwe bi cih neanîn. Beriya êrîşa çeteyan me ji bo ciwanan çek xwest. ĞDK ev daxwaza me qebûl nekir û bi destpêka komkujiyê re Şemgal terk kirin." Alî got ku PDK Şengalê bêparastin hişt û wha pêde çû: "PDK bêyî ku guleyekê jî biteqîne Şengal terk kir. Bêparastin hiştina Şengalê îxanet e! Îro ev deqa reş li ser eniya PDK'ê ketiye."

'Dê Êzidî li hemberî vê zilma ser wan hatî kirin bêdeng nemînin'

Alî daxuyand ku gelê bakurê Kurdistanê û şaredariyên di destê wê de ne çi ji destê wan hat kirin û ew di wê baweriyê de ye ku dê gelên êzidî yên li Ewropayê jî alîkariyê bi êzidiyan re bikin. Alî bilêv kir ku hewceyiya gel bi xurek û konan heye û wiha berdewam kir: "Divê hewceyiyên lezgînê yên ku gelê me li bendê ne demildest bigihêjin Şengalê. Niha li Çiyayê Şengalê 20 hezar êzidî li benda alîkariyê ne. Alîkarî nagihije van kesan."

‘Ji bo Êzidiyên li Şengalê li ber xwe bidin divê alîkariya wan bên kirin'

Alî anî ziman ku gelê êzdî bi pirsgirêkên siyasî re jî rû bi rû ne û wiha domand: "Êdî gelê êzdî naxwaze bê statu bijîn. Divê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê statuya êzidiyan qebûl bike. Heke bê statu bimînin wê demê hebêuhna wan misoger nabe û xwe di nava ewlehiyê de nabînin." Alî der barê statuya êzidiyan de pêşniyara xweseriya Şengalê kir.


‘Divê xweseriya Şengalê pêk were’


Alî bi bîr xist ku divê bi lezgînî xweseriya Şengalê pêk were û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê Şengal bibe xwedî statuyekê û dikare bi Hikûmeta Başûr an jî bi Hikûmeta Navendî ya Iraqê re were girêdan. Berî ku Şengal were azadkirin divê ev biaryar were girtin."
Alî derbirî ku li Şengalê 5 hezar kes hatine qetilkirin û nêzî 5 hezasr kes jî winda ne.


(zt)