Mukiye Bîrtane: KCD dê bibe bersiv ji bo daxwazên gel

15:13

Gulşen Koçuk / JINHA


WAN - KCD ku li Herêmê mîsyona parlamentoyê girtiye ser milê xwe dê îro biçe kongreya dîrokî li ser vê yekê endama Meclisa Daîmî ya KCD’ê Mulkiye Bîrtane nirxand kir û wiha got: “KCD dê bi kongreya xweya awarte bibe bersiv ji bo daxwazên civakê.”


Parlamentera HDP’ê ya Qersê û endama Meclisa Daîmî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Mulkiye Bîrtane derbarê merheleya derketina holê û pêvajoya xebatan nirxand. Kongreya ku dê îro destpêbike xebatên wê bi dawî bûne. Bîrtane diyar kir ku hemû gelê ku li herêmê jiyan dikin ji bona wan hertiştê îfade dikin. Bîrtane destnîşan kir ku dê di kongreyê de siyaset, civak, dîplomasî, rêxistinbûyîn, jiyana azad û gelek mijarên cûda bên nirxandin. Bîrtane da zanîn ku KCD’ê heya roja îro xebatên xwe li ser bingehê avakirina komisyon û lijneyan daye meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Her çiqasî ku KCD bi xebite jî, tişta ku hat xwestin nebû bersiv negihişt wê armancê. Xebatên meclisên di qadên wekî; jin, perwerdehî, partiya siyasî, dîplomasî û bir û baweriyan de hatin kirin mixabin ku neketin nav qada civakî.”


‘Yek ji pirsgirêkên mezin rêxistinbûyîne’


Bîrtane diyar kir ku hertim li hemberî xetabên KCD’ê astengî hatin jiyan kirin û bi lêv kir ku têkoşîna gelan ya herêmê ji aliyê pargalê ve bi her awayî hat astengkirin. Bîrtane anî ziman ku dewletê li hemberî gelan pergala xwe daye meşandini, lê li hemberî derfetên kêm jî KCD’ê xebatên xwe daye meşandin. Bîrtane destnîşan kir ku yek ji berpirsa mezin ya KCD’ê bi rêxistina civakê bû ev jî bi komisyonan sinordar bû. Bîrtane destnîşan kir ku ger ku civak bê birêxistin kirin dê pêşkeftin jî pêk bên.


Li her parçeyekê rêveberên xweser heye’


Bîrtane bal kişand li ser KCD’ê ku li Herêmê mîsyona parlamentoyê girtiye ser milê xwe û wiha pêde çû: “ Kurdistan ji aliyê hêzên deshilatdar û emparyalîst ve hatiye parçekirin. Li her çar parçeyan dinava herêman de rêveberiya xweseriyê heye. Li Rojhilat KODAR, li Başûr Hikûmeta Herêma Federal, li Rojava kanton, li Bakur jî Kongreya Civaka Demokratîk yanî Parlamentoya Kurdistanê heye. Di bin banê KCD’ê de meclis hene. Tiştên dinava parlamentoyan de hemû di komisyonên KCD’ê de jî hene. Pêwîstiya her kesî bi parlamentoyê heye. KCD jî li bakurê Kurdistanê li ser vî bingehî hat avakirin.”


‘KCD peywira xweya parlamentoya herêmî dibîne’


Bîrtane destnîşan kir ku KCD li herêmê peywira xweya parlamentoyê dibîne. Bîrtane diyar kir ku KCD sazûmaniyeke ji meclisek 101 kesî pêktê ye. Bîrtane anî ziman ku dê her aliyên civakê xwe dinava vê parlamentoyê de îfade bike. Bîrtane bi lêv kir ku KCD ku peywira parlamentoya herêmî dibîne weke parlamentoya Tirkiyeyê ji hilbijartinê heya hilbijartina din û ku nahêle beşek din yên civakê jî xwe têde bibînin nîne.


‘Xebata kêm li berçavan re hat derbazkirin’


Bîrtane destnîşan kir ku kêmaniyên ku KCD’ê di rêxistin bûyînê de jiyan kirine temam kiriye û derbasî pêvajoyek nû bûye. Bîrtane anî ziman ku bi kongreya nû dê KCD meclisa xwe ava bike. Birtane diyar kir ku ji aliyê komisyon û lijneyê ve xebatên ku kêm hatine kirin li berçavan hatine derbaskirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “ KCD dê bi kongreya xweya awarte bibe bersiv ji bo civakê.”


(aw)