Kudi-Derê bi boneya çalakiyên xwe yên meha îlonê daxuyanî da
15:54
JINHA
AMED - Kurdi-Der’ê bi boneya çalakiyên xwe yên boykotên dibistanan yên meha îlonê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “ Di 10’ê İlonê Roja Çarşemê de li ber KCDê, bi pêşengiya KCD ê û beşdariya Partıyên Siyasî, şaredar, parlamenter û hemû saziyên sivîl daxwiyaniya starta çalakiyên destpêka serdema perwerdehiya 2014-2015’an dê bê dayin.”
Her sal dibistanên pergalê di meha îlonê de despêdikin. Ji bo xwedîderketina li zimanê xwe û perwerdeya bi zimanê xwe her sal bi awayên cuda cuda çalakiyên Saziyan Zimanê Kurdî Kurdi-Derê çêdibin. Dê îsal bi çalakiyên cihêreng, daxuyanî û meşên girseyî carekedinê li zimanê xwe xwedî derkevin û hewildana perwerdeya bi zimanê xwe bikin. Bi armanca lidarxistina çalakiyên xwe yên boykotên dibistanan û çalakiyên cuda daxuyaniyek nivîskî weşandin. Daxuyanê wiha domand: “Di hemû TV û Radyoyan de, ji bo girîngî û xurtkirina van çalakiyan dê bangawazî li gel û hemû saziyên civakî bê kirin. 14’ê mehê Roja Şemiyê di saet 17.00 an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê daxuyanî bê dayîn. Ji aliyê hemû saziyên sîvîl ve, li çar navçeyên navendî (Rezan, Sûr, Bajarê Nû û Peyasê) û li tevahiya bajêr, dê belavok bên belavkirin.”
Daxuyanî wiha berdewam dike: “15 ê mehê Roja Yekşemê, saet di 11.00 an de, ji ber Navenda Çandê ya Cegerxwîn heta Gerînendetiya Perwerdehiyê ya Navçeya Rezan dê meşeke girseyî bê lidarxistin, daxuyanî bê dayin û piştre dîsa bi heman girseyê bimeşin ber Dibistana Ferzad Kemanger û bi daxuyaniya malbatên ku zarokên xwe li dibistana Kurdî qeyd kirine, dê merasima vekirina dibistan pêk bê.”
(zt)
