Li Şirnexê di kana komirê de karkerekê jiyana xwe jidest da

16:02

JINHA


ŞIRNEX - Di kana komirê de qeza pêk hat, ji sê karkeran kesê sewqî Stenbolê hat kirin, di rê de jiyana xwe ji dest da.


Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin li gundê Toptepe ya Şirnexê di kana komirê de ji ber ji jor ve teht ketiye sê kes birîndarbûn. Yek jê Êzidî, ji sê karkeran ê bi navê Sabrî Magrur ê 50 salî ji Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê bi ambulansa hewayî sewqî nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Okmeydani hat kirin û di rê de jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku cenazeyê Sebrî dê bibin Şirnexê.


Şîrîn Magrur (39) û Saît Berces yê 44 salî jî tên tedawikirin.


 (zt)