Jin roja Yekşemê wê li 20 bajaran dakevin qadan

16:07

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN - Jin bi armanca piştevaniya bi jinên Rojhilata Navîn re 7’ê Îlonê roja Yekşemê di heman wextî de wê li 20 bajaran dakevin qadan.


Di daxuyaniya Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê ya bi dirûşma, “Hêrsa jinan sînoran derbas dike” wê çalakiyan li dar bixe wiha hat gotin: “Di atmosfereke ku şer, Rojhilata Navîn, Şengal, Gazze û Rojava li ber xwe dide ji bo em derfetên ku pêvajoya bêçalaktiyê afirandine neqlî têkoşîna aştiyê ya jinan bikin di 7’ê Îlonê êvarî em ê li qadan bin!”


Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê wiha dewam kir: “Di 7’ê Îlonê de li 20 bajaran di heman saetan de bi dirûşmaya sereke, ‘Hêrsa jinan sînoran derbas dike, jinên Rojhilata Navîn ne bi tenê ne’ em ê li qadan bin. Di kêliya çalakiyan de wê di navbera bajaran de pêwendiyên zindî çêbibin û têkildarî heqîqetên şer wê weşan bên kirin.”


Di êvara 7’ê Îlonê de bajarên ku çalakî lê bên lidarxistin wiha ne:


Edene: 19.00- 22.00, Parka Ataturk


Enqere: 19.00- 21.00, Guven park


Antalya: 19.00-21.00, Qada Cumhuriyet


Hopa (Artvîn): 19.00- 21.00, Qada Hopa


Bodrum: 19.00-22.00, Qada Azadiyê/ li beramberî Şaredariyê


Bursa: 19.00-21.00, Heykel / li pêşiya Muzeya Bajêr


Dêrsim: 19.30-21.00, Qada Azadiyê-Qada Seyid Riza


Amed: 19.00-21.00, Parka Ekîn (Nexweşxaneya Memorîal)


Eskîşehir: 19.30-21.00, li pêşiya Adalar Mîgros


Antakya: 18.00-20.00, li pêşiya Şanoya Antakya Buyuk Park Oda


Stenbol: 19.00- 21.00, Qada Tunel Beyoglu


Îzmîr: 19.00- 21.00, li pêşiya Alsancak Kibris Şehîtlerî Erbîl Suel


Kocaelî: 19.00-21.00, Parka Cumhuriyet


Mersîn: 19.00-21.00, Qada Aştiyê


Samsun: 19.00-20.00, Cadeya Çîftlîk


Sakarya: 19.00-21.00, Kentpark


Sînop: 19.00, li ber KESK/ Egîtîm-Sen kombûn heta Qada  Ugur Mumcu meş


Karaburun


Êlih


Riha