Li Kantona Kobanê konferansa mamosteyên ziman ên jin despêkir

18:46

JINHA


KOBANÊ -Yekemîn konferansa mamosteyên zimanê kurdiyên jin li Kantona Kobanê destpêkir. Konferansê bi despêkirina 200 mamosteyên zimanê kurdiyên jin despêkir.


Bi beşdarbûna 200 mamosteyên zimanê kurdî yên jin û bi dehan mêvanên, bi cilê kurdî, îro li Kobanê Yekemîn konferans xwe lidarxist. Konferans bi deqeyek rêzgirtinê destpêki, piştre 5 mamoste wek dîwana rêveberiya konferansê hat hilbijartin. Cîgera Wezîrê Perwerdê  Fêrbûnê Şîrîn Oso, Cîgera Serokê Meclîsa Rêveber Bêrîvan Hesen û Saziya Malbatên Şehîdan Zehîde Moro axavtin kirin. Rêvebera Yekîtiya Star Peyman Mehmûd konferans li mamosteyan pîrozkir û balkişand ser giringiya konferansê di karên  mamosteyan û pêşxistina zimanê kurdî de.


Piştre beyanameya Saziya Zimanê Kurdî ji aliyê mamoste Rîhab Elî ve hate xwendin û her wiha perspektîvên Rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan yên ku di nameya xwe ya dawî de şandibû ji bo gelê Rojava hate xwendin. Di konferansê de rapora salê ya karê mamosteyên zimanê kurdî yên jin ji alî Sozdar Hemê ve hate xwendin û hate nîqaşkirin.


(zt)