'Ev axa meye…'

09:26

Derya Ceylan- Tekoşin Tekin / JINHA


ÊLIH – Êzidiyên k udi tevahiya dîrokê de ji ber baweriya xwe rastî tundî û zilmê hatî vêcarê jî bun mexdurê êrîş û qirkirinên çeteyên DAIŞ’ê. Kiyayê gundê Şehse/Şimiz yê Êzidiyan ku girêdayî Êlihê ye Alaattin Kalkan diyar kir ku ew gund her dem yê wane, kalikên wan têde mezinbûne. Alaattin da zanîn ku divê hemû cîhan li hemberî qirkirinên çeteyên DAIŞ’ê dikin rabin ser lingan.


  Êzidiyên baweriya kurdan ya kevin Zerdeştiyê berdewam dikin û di dîrokê de rastî 72 qirkirinên mezin hatîn, heya niha bi hezarî caran ji axa xwe hatine durkirin. Êzidiyên ku her roja diçe hijmara wan kêmdibe, li cihên ku dijîn heya niha li gel zilma jiyan kirine jî dest ji baweriya xwe bernedane, ji bo çand û baweriya xwe bidin jiyîn tekoşîn kirine. Kiyayê binavê Alaattin Kartal yê 67 salî li gundê Şahse/Şimiz yê girêdayî Êlihê dijî destnîşan kir ku kalikên wan di wî gundî de mezin bûne û dê tucarî dest jê bernedin.


‘Em bi çandinî û ajalvaniyê debara xwe dikin’


Alaattin derbirî ku herêma navbera Êlih heya Colemêrgê piranî gundên wê yên Êzidiyanin, lê piraniya van gundan niha valanin. Alaattin sedema valakirina van gundan bi koçê ve girêda û got: “Di herêma navbera Êlih û Colemêrgê de bi giştî 366 gundên mezin û mezra hene. Lê piraniya van gundan yan valanin yan jî hinekedinê têdebicîh bûne.  Li gundên Êzidiyan yên derdora Êlihê yên ku Êzidî têde dijîn piranî bi çandinî û lawirvaniyê debara xwe dikin. Niha navê gundê me yê nû Oguz, navê gundê mey ê kevin jî Şahsem û Şizim bûye.”


‘Heya roja îro her dem em û cîranên xwe bi hev re baş bûne’


Alaattin anî ziman ku berlê li gundê wan 17 xane hebûne, lê niha ew hijmar daketiye 4 xaneyan û wiha got: “Heta niha me hewil daye bi cîranên xwe re demek baş derbas bikin. Di navbera me û gundên cîran de şer û birîndarî jî çêbûn lê di dawiyê de em li hev hatin. Ji ber van bûyeran piraniya xizmên me malên xwe hêlan û çun. Li gel me tenê çend malbat mane. Heta niha di şerên me û gundên cîranên me de mirin çênebûne, herger mirin çêbûbana niha em li vêderê ne disekinîn emê jî bi cihekê de çobana.”


‘Me bi veşartî îbadetê xwe dikir’


Alaattin derbirî ku heya niha wan îbadetên xwe veşartî kirine û wiha domand: “Sê dûayên  me hene. Serê sibê dema hîn roj derneketiye, êvarî dema hîn roj neçuye ava  û şev dema razanê hîna me serê xwe nedaye ser balgî em dixwînîn. Her sal di dawiya meha mijdarê de sê hefteyan ser hev sêşem, çarşem û pêşemê rojî digirin. Roja înê jî cejna meye. Ji derveyî vê jî melekek bi navê Sultan Şihadi heye em 40 rojan ji bo wî jî digirin. Roja çilê jî cejne. Em ji meha şeşan jî 20 rojan digirin û ji meha heftan û pêde jî 40 rojan digirin. Carekedinê roja çilê cejne. Ji derveyî van jî di meha duyemîn de cejna me ya Hizir Îlyas heye. Di vê pêvajoyê de yê bixwaze dikarin sê rojan rojî bigirin, nên nexwazin jî dikarin negirin. Di cejna Hizir Îlyas de em genim diqelînin û sewalan serjê dikin.”


‘Yaku DAIŞ dike ne layêqî mirovane’


Alaattin balkişand ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser Êzidiyên Şengalê û wiha berdwam kir: “Ji bo hemû baweriyan rêzdariya me heye. Em bêmafiyê li kesê nakin, lê her dem l ime bêmafî tê kirin. Em gelek kêmnetewin, hêza me têra kesê nake. Bila her kes li gelê Êzidî xwedî derkevin, êrîşên DAIŞ’ê bêmafîne û zilme. DAIŞ xwe weke misilman didin nasîn, lê mixabin serê mirovan jêdikin, zarokan qetildikin, jin û zarokan direvînin. Kirinên DAIŞ’ê ne layêqî mirovan û cîhanêye.”


(zt)