7'emîn Kongreya Giştî ya Asayî ya KCD’ê despêkir

11:18

JINHA


AMED - 7'emîn Kongreya Giştî ya Asayî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi hatina delegasyon û mêvanan dest pê dike. 7'emîn Kongreya Giştî ya KCD'ê ku dê bizivire "Meclîsa avakar" bi hatina delegasyon û mêvanan re li Kompleksa Werzîşê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê dest pê dike. 

Kongreya KCD'ê ya ku bi şiara "Em bi neteweya demokraatîk jiyana azad ava bikin" pêk tê, ji çar perçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Ewropa ku di nava wan de heyeteke di bin serokatiya endamê MYK a ya PDK'ya Îranê Muhammed Salîh de, ji Herêma Kurdistana Federal, nûnerên YNK, KNK, Tevgera Goran, ku ji 25 kesan pêk tê, dîsa ji 3 kantonên Efrîn, Cizirê, Kobanê ya Rojavayê komek ji 25 kesan pêk tên tevlî dibe. Hawirdora salonê ji hêla peywirdarên KCD'ê ve ewlehî tê girtin. 

Salona kongreyê bi rengan hatiye xemilandin


Li Salonê bi zimanên kurdî, erebî, suryanî, ermenî û tirkî panqartên wekî "Em bi şiyara Kurdistana xweser li ser bingeha yekîtiya neteweyî kom dibin", "Şoreşa Kurdistanê şoreşa jin û ciwanan e", "Serokatiya azad azadiya Kurdistan", "Bi jina azad re ber bi neteweya demokratîk ve" hatine daliqandin. Wêneyeke mezin a Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşberê delegasyonan hatiye daliqandin. Dîsa salon bi şerîdên rengên kesk, sor, zer, spî û mor hatiye kişandin û bi balonan stêrk hatine çêkirin. Li aliyê ku dê axaftin lê pê kirin jora wî, di nîvî de wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, rast û çepên wêneyên wî jî bi rêzê wêneyên Seyît Riza, Şêx Seîd, Celadet Bedirxan, Alîşêr, Mela Mustafa Barzanî, Mela Seydayê Timoqî, Sema Yuce, Leyla Qasimlo, Delîla, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Mazlum Dogan, Mahsum Korkmaz, Kemal Pîr, Musa Anter, Doqtor Kasimlo, M. Hayrî Durmuş, Alî Çîçek, Akîf Yilmaz, Melayê Cizîrî, Cegerxwîn, hatine daliqandin. Li her du aliyên dikê du vizyona barkordê hatiye danîn, di ser de kurdî, tirkî, ermenî, suryanî û erebî tê derbas kirin. Hema bibêje hemû delegasyonên komcivînê bi kincên neteweyî beşdar bûne. Komcivîn dê piştî avakirina dîwanê 

Di kongreyê de peyama yekîtiyê hat dayîn


Piştî ku hemû mêvanan cihê xwe girtin Osman Ozçelîk girêdayî kongreya KCD’ê agahî da û got: “Em carekedinê dibînin ku Kurdistan yek parçeye û Kurdistaneke û emê bi hêviya yekbûna Kurdistanê dest bi kongreya xwe bikin.”


Di kongreyê de Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin


Piştî axaftina dîwan hat diyar kirin. Endamên dîwanê Mulkiye Bîrtane, Hilmi Ayudogdu, Selçuk Mizrakli, Aynur Ozgur, Saliha Aydeniz, Şehmuz Bayhan bi piraniya dengan hatin hilbijartin. Bi navê dîwanê Mulkiye Bîrtane axivî hemû mêvan silav kir û got: “Baweriya me ewe k udi  pêvajoyek wiha giring de ev kongre xizmeta gel, aştî û biratiyê bike.” Mulkiye salvegera qirkirina 6-7’ê îlonê bibîrxist û ji bo kesên di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin û sîroda Ey Reqip hat xwendin. Piştî axaftina dîwanê bernameya kongreyê hat xwenin. Kongre bi xwendina Peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdwam dike.


 (zt)