‘Seda Sayan kuştinên jinan rewa dike’

12:03

Dilan KARAMANOGLU / JINHA


SETNBOL - Koma Jinan a Lezgîn ya li Hemberî Qirkirina Jinan Hasbiye Gunaçti diyar kir ku Sedan Sayan bi bernameya xweya ku kujeran dawet dike kuştin û şîdeta li hemberî jinan rewa dike û wiha got: “ Jina ku destê wê li navtenga wê û şovê dike, li divê ku rola xwe bileyîze û bi bernameyên jinê zilam teşîr bike.” 


Li Tirkiyeyê li hemberî tacîz, tecawîz, şîdet û qetilkirin berdewam dike. Berteka li hemberî  Sedan Sayan ku bernayeya xweya di Show TV de zilamê qatîl Sefer Çalinak yê ku 5 caran zewicî û dû jinên xwe kuştî dawet kiribû zêde dibe. Ji ber bertekên zêde yên jinan Seda Sayan bivê gotinê “ hûn kîne, bela” heqaret li jinan kirî bû. Beriya hina du salan jî Seda Sayan kesê binavê Çetîn Şen ku hevsera xwe ji qada çaran de avêtibû dawetkiribû û jêre gotibû “ Divê ku tu şanset bidî hevser a” kiribû. Ji ber vê bernameyê jî jinan bertekek tund nîşanî Seda Sayan dabûn dîsa Seda Sayan heqaret ki jinan kiribû.


 ‘Seda em fêm nekirîne’


Koma Jinan a Lezgîn ya li Hemberî Qirkirina Jinan Hasbiye Gunaçti diyar kir ku ew beriya niha du salan beşdarî bernameya Sayanê bûye û wiha got: “ Seda kiye me anî bû ziman. Em li heberî qetilkirinên jinan têdikoşin, em şopdarên van dozanin û em rêxistinekî femînîstin. Seda Sayan beriya niha du salan kesê binavê Çetîn Şen ku hevsera xwe di çar qatiyê de avêtibû dawet kiribû me wê demê jî bertek nîşan dabû. Seda Sayan ji vî kesî re gotibû “şansek bide hevserê xwe.” Me ji Sedayê re gotibû em gotin jinê dibin riyên xwe kuştinê, lê em dinêrin ku Seda em baş fêm nekirine.”


‘Dibin hevkarên kujeran’


Gunaçti da zanîn ku Seda bivan nêzîkatiyên xwe zilaman sor dike û êrîşên li hemberî jinê rewa dike û wiha axivî: “ Niha jî Seda kesê ku du hevserên xwe kuştiye derxist bernameyê. Bi vê yekê ew kuştina jinan hat rewa kirin. Ya ku Seda kirî sûce û wehşeteke. Li Tirkiyeyê dinava du mehên dawiyê de 57 jin ji aliyê zilaman ve hatin qetilkirin. Hemû qetilkirinên jinan jî ji nedîtîve tên.”


‘Divê qetlîamên jinan bên teşîr kirin’


Gunaçti diyar kir kı li Tirkiyeyê pergala hiqûqê tu caran ligel jinan cih ne girtiye û wiha got: “Çapemeniya Tirkiyeyê qatîlên jinan di ekranan de derdixin pêş û cînayetan meşrû dikin û bi heq dikin. Wezareta Malbat û Civakê jî weke programên di çapemeniyê de temaşeyî qetlîamên jinan dike û zilaman bê guneh dike. Ji jinan dixwazin bibin hevjîn, dayik û vegerin malên xwe.” Gunaçti da zanîn ku ger wezaretê jin weke kes dîtibaya dê gotiba “programên ku dibêjin îro 3 jin hatin kuştin dê ji wan re gotibana; haj ji gotinên xwe yên ku hêz û cesaretê didin zilaman hebin.” Gunaçti destnîşan kir ku ku  qetlîam, şîdeta li hemberî jinê herî zêde di dema hikûmeta AKP’ê de hatiye jiyankirin û wiha got: “Li şûna jinên ku destê xwe didin kêleka xwe û programên wiha çêdikin, divê jinan derxin programan û zilamên ku qetlîaman dikin teşîr bikin.”


(aw)