Çîroka Zekî Altunbaş yê berî niha 33’ê salan wendabûyî hatvegotin

14:10

JINHA


AMED - Xizmên windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed çalaiya xwe ya hefteya 291'an li dar xistin. Di çalakiyê de aqubeta Zekî Altunbaş ê ku di sala 1981'an de li Yalovayê hate binçavkirin û piştî îşkenceyên giran li dadgehê hate girtin û dema dibirin girtgehê hate windakirin hate pirsîn.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya heftene di hefteya 291’an de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên wendayan hatin hilgirtin. Çalakiyê weke her carê bi duruşma “Bila wenda bên dîtin û faîl bên darezandin” despêkir. Di çakakiyê de endam û rêveberên ÎHD’ê, rêveberên Komeleya Malbatên Xizmên wan wenda ya Mezopotamyayê (MEYA-DER), endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê, rêveberên Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê (SES) ê ya Şaxa Amedê, aktîvîstên mafê mirovan û xizêmên wendayan amadebûn.

‘Bila faîl bên dîtin û derxistina pêşiya darazê’


Di despêkê de Sekraterê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdulsselam Înceoren axivî. Abdulsselam diyar kir ku ev hefteya 291’emîne ew vê çalakiyê lidar dixin û heta encamgirtinê dê berdewam bikin.  Abdulsselam bang li berpirsên dewletê kir ku bila aqubeta faîlên nediyar derhînin holê.


‘Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan’


Abdulsselam balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Di girtîgehan de mirov dimirin. Berdin bil ali gel malbatên xwe bên tedawî kirin.”


Çîroka wendabûna Zekî Altunbaş hat vegotin


Di çalakiya heftane de çîroka Zekî Altunbaş ê ku di sala 1981'an de li Yalovayê hate windakirin ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD'ê Veysî Kuzu vegot. Veysî, diyar kir ku Zekî Altunbaş dema li Enqere zanîngeh dixwand ji ber zextên komên nijadperest nekarî dibistanê bidomîne û salên borî li Yalova berdewam kir. Veysî, anî ziman ku Zekî piştî darbeya 12'ê Îlonê hate binçavkirin û piştî serbest hate berdan û piştî bi biryara li cihekî bi zorê bimîne ji aliyê leşkeran şandin Alaya Perwerdehiya Çanakkaleyê.

Veysî, da zanîn ku Zekî dema leşkerî dikir hinek kesên hatin binçavkirin navê wî dan û di nîsana 1981'an de hate binçavkirin û demek dirêj rastî îşkenceyên hat. Veysî, bilêv kir ku Zekî ji ber dozeke berê birin Qişleya Selîmiye ya Stenbolê û polîsên Zekî anîn ji Fermandarê yekîneya Çanakkaleyê re gotin; "Piştî me Zekî ji Qişleya Selîmiye girt dema em bi kêşitya Kartal û Yalovayê vedigeriyan xwe di kêştiyê de avêt."

Veysî, destnîşan kir ku hemû serlêdanên malbatê bê encam man û li Midûriyeta Nifusê ya Yozgatê ji bo Zekî qeyda "mir" hate nivîsandin.

Piştî daxuyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.


(zt)