Konê ji bo Gulşena YPJ yî hatî vedan bi girseyî het ziyaret kirin

15:22

JINHA


ŞIRNEX - Konê sersaxiyê yê ji bo Endama YPJ'ê Gulşen Çakir (Derya Botan) a ku li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Dêrgûlê hatî vedan bi girseyî hate ziyaretkirin.

Ji bo Endama YPJ'ê Gulşen Çakir (Derya Botan) a ku li herêma Cezaa ya Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li ber mala malbatê ya li bajaroka Dêrgûlê ya Şirnexê konê ser saxiyê hate vedan û kon ji aliyê hezaran kesan ve hate ziyaretkirin. Girseya di ketina bajarokê de hatin cem hev riya Şirnex û Cizîrê ji trafîkê re girt û bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêne Endama YPJ'ê Çakir, alên YPJ'ê ber bi konê sersaxiyê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de slogan hatin berzkirin. 

Di ziyareta kon de Hevserokê Şaxa MEYA-DER'ê yê Cizîrê Mela Kasim Yîgît axivî û diyar kir ku lehengên gelê kurd ji bo azadiya gel û hemû nirxên xwe şer kirin û canê xwe fida kirin û wiha got: "Ya dikev berê me jî di riya wan de meşîn e. Şehîdên me rûmeta me ne."

Hevserokê Rêxistina DBP'ê Abdulazîz Bîlgî jî kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi bîranîn.

Bavê Endama YPJ'ê Gulşen Çakir Haci Halîl Çakir jî diyar kir ku keça wê ya hemû gelê kurd e û wiha got: "Zaroka min ji bo gelê kurd canê xwe fida kir û gelê kurd jî ew bi layîkî oxir kir. Serê hemû gelê kurd sax be û Şehîd namirin" 

(zt)