Asya Abdullah: Di sed sala 21’emîn de jinên kurd qirkirinek mezin jiyan kirin
10:54
JINHA
AMED - 7'emîn Kongreya Giştî ya Asayî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya dê bizivire "Meclîsa avakar" di roja 2’emîn de bi axaftina Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah ve despêkir. Asya wiha axivî: “Ji bo avakirina jiyanek bê şer û bê rijandina rondikên çavên dayîkan em amadene bi her awayî tekoşînê bikin. Ji bo li daraxistina kongreya netewî em li vêderê hemû yên kom bûne xwediyê nêrînek hevberşin. Em weke hêzên siyasî amadene hemû bi hev re din ava Rojhilatanavîn de rêbaza jiyanek nû avabikin. Em bawerin dê ji vê kongreyê biryarên giring derkevin û di heman demê dejî dê jin pêşengiyê bikin.”
7'emîn Kongreya Giştî ya Asayî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya dê bizivire "Meclîsa avakar" bi hatina delegasyon û mêvanan re li Kompleksa Werzîşê ya Şaredariya Kayapinarê ya Amedê di roja 2’emîn de berdewam dike. Kongreya KCD'ê ya ku bi şiara "Em bi neteweya demokratîk jiyana azad ava bikin" pêk tê, ji çar perçeyên Kurdistanê, Tirkiye, Ewropa ku di nava wan de heyeteke di bin serokatiya endamê MYK a ya PDK'ya Îranê Muhammed Salîh de, ji Herêma Kurdistana Federal, nûnerên YNK, KNK, Tevgera Goran, ku ji 25 kesan pêk tê, dîsa ji 3 kantonên Efrîn, Cizirê, Kobanê ya Rojavayê komek ji 25 kesan pêk tên tevlî bûne. Di kongreyê de peyama yekgirtin û bil ez lidarxistina kongreya netewî hat dayîn. Di roja 2’emîn de axaftina despêkê ji aliyê Hevseroka PYD’ê Asya Abdulah ve hat kirin. Asya diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî şaristaniya kevnare ya Mezopotamyayê dikin.
‘Îro ser gelên di vê erdnîgariyê de dijîn êrîş hene’
Asya da zanîn ku ji bo hevgirtina gelên Rojhilatanavîn di vê kongreyê de peyamên giring hatin dayîn û wiha got: “Peyama k udi vê kongreyê de hat dayîn hem ji bo hemû gelên herêmê û hem jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane di tevahiya Rojhilatanavîn de xwediyê giringiyek mezine. Ji bo gihiştina serkeftinê divê ji niha û pêde bi encamên ku ji nîqaşên kongreyê derkevin re zêdetir tekoşîn bê kirin û zêdetir nêzî çareseriyê bibin.” Asya balişand ser pêvajoya çareseriyê ya ku ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatî despêkirin û wiha domand: “Xala ku em îro gihiştiyînê dîrokiye. Berpirsyariya ku bikeve ser milê me em amadene ji bo bînin cîh. Îro ser gelên ser vê erdnîgariyê dijîn êrîş hene. Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî çand û dîroka şaristaniya kevnare ya Mezopotamyayê dikin. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji bo ji holê rakirina çand, nasname, dîrok, bawerî û hevgirtina gelên Rojhilatanavîna. Divê li hemberî van êrîşan her kes şiyarbin.”
‘Serkeftinên gelê Rojava’
Asya wiha axaftina xwe berdwam kir: “Ji berk u li Rojava serkeftinên xweseriya demoratîk hene êrîşî Rojava kirin. Lê li hemberî hevgirtina gelan ya li wê bi ser neketin û her dem paşde çun. Ev hêza gelê Rojava ji rêxistinkirin û hevgirtina gelên xwediyê nasnameyên cuda tê.”
‘Qirkirina Şengalê di sed sala 21’an de ya herî mezine’
Asya balkişand ser di van demê dawî de êrîşên ser çand û dîroka Rojhilatanavîn û wiha pêde çu: “Ev êrîş ser başur jî berdewam dikin. Ev qirkirina ser Şengalê qirkirina herî mezine. Bi hezaran welatiyên xwediyê nasnameyên cuda ji nava Şengalê derketin; cîh û warê xwe yên pîroz terikandin. Li Şengalê komkujî hat kirin. Di sed sala 21’emîn de bi tayîbetî jinên kurd qirkirinek mezin jiyan kirin. Ev komkujiyeke divê ji aliyê netewî û mirovî ve neyê pejirandine. Ji bo nekevin destê çeteyan gelek jinan jiyana xwe bidawî kirine. Lê hîna nayê zanîn wan jinan çawan jiyana xwe bi dawîkirine.”
Asya anî ziman ku xweseriya demokratîk ya li Rojava hatî avakirin dikare bibe mînaka hemû gelên Rojhilatanavîn û wiha domand: “Îro mînaka xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdisatanê hatiye avakirin û em din ava wê de dijîn. Em modêla Rojava ji bo hemû Rojhilatanavîn guncaw dibînin. Em li wê bi hevgirtina çand, nasname û netewên cuda li hemberî çeteyan şer dikîn. Ev tekoşîna azadiya gelane. Ji bo ku em hêzê bidin berxwedana gelan ya li hemberî çeteyan. Emê heya dawiyê di vê berxwedana xwe de îsrar bikin. Em amadene li gel hemû welatên cîran din ava hewilanan debin. Ji bo avakirina jiyanek bê şer û bê rijandina rondikên çavên dayîkan em amadene bi her awayî tekoşînê bikin. Ji bo li daraxistina kongreya netewî em li vêderê hemû yên kom bûne xwediyê nêrînek hevberşin. Em weke hêzên siyasî amadene hemû bi hev re din ava Rojhilatanavîn de rêbaza jiyanek nû avabikin. Em bawerin dê ji vê kongreyê biryarên giring derkevin û di heman demê dejî dê jin pêşengiyê bikin.”
Paşê jî ji aliyê Osman Ozçelîk ve rapora xebatê hat xwendin.
(zt)

