‘Jinan li hemberî êrîşên çeteyan xwe bi rêxistin dikin’
11:07
JINHA
AMED - Hevseroka Hukumeta Kantona Efrînê Hêvî Mustefa û Hevseroka Meclisa Zagonsaz ya Kantona Kobanê Faize Ebdi yên ku di nava heyeta Rojava ya hatin bejdarî 7'emîn Kongreya Asayî ya KCD’ê bûn nêrînên xwe derbarê rêxistinkirina Rojava de wiha anîn ziman: “Jinên Rojava bersiva giring da Çeteyên DAIŞ’ê. Jinan di aliyên siyasî, civakî, aborî, çandî, perwerdê, leşkerî û hemû aliyên jiyanê de xwe birêxistin kirin. Bi tayîbetî jî li hemberî van êrîşên dawiyê ser Kobanê jinan xwe li derdora Kobanê kirin çember.”
7'emîn Kongreya Asayî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê li Salona Werzîşê ya Şaredariya Peyasê ya Amedê di roja 2’emîn de berdewam dike. Kongreya KCD'ê ku dê bizivire "Meclîsa avakar"bi şiara "Em bi neteweya demokraatîk jiyana azad ava bikin" pêk hat. ji çar aliyên Kurdistanê, Tirkiye, Ewropa ku di nava wan de heyeteke di bin serokatiya endamê MYK a ya PDK'ya Îranê Muhammed Salîh de, ji Herêma Kurdistana Federal, nûnerên YNK, KNK, Tevgera Goran, ku ji 25 kesan pêk tê, dîsan ji 3 kantonên Efrîn, Cizirê, Kobanê ya Rojava komek ji 25 kesan pêk tên tevlî bûn. Ji heyetê Hevseroka Hukumeta Kantona Efrînê Hêvî Mustefa û Hevseroka Meclisa Zagonsaz ya Kantona Kobanê Faize Ebdi di derbarê xebatên kantonên Rojava û tayîbetî jî nava xebatên Rojava de xebatên jinan nêrînên xwe bi JINHA yê re par kirin. Jinan wiha gotin: “Li tevahiya Rojava me xwe bi rêxistin kiriye. Ji despêkê heya niha jinan di şoreşê de pêşengî kiriye. Xweseriya demokratîk hatiye avakirin.”
‘Di nava şoreşa Rojava de jin xwe birêxistin dikin’
Hevseroka Hukumeta Kantona Efrînê Hêvî Mustefa diyar kir ku Rojava li gorî xweseriya demokratîk xwe sazuman kirine û wiha domand: “Li tevahiya Rojava me xwe bi rêxistin kiriye. Ji despêkê heya niha jinan di şoreşê de pêşengî kiriye. Xweseriya demokratîk hatiye avakirin. Din ava hemû kantonên Rojava de kantona Efrînê jî xwediyê xweseriyekêye. Ji bo em bikaribin xebatên xwe bi gel bidin naskirin û par bikin her kes din ava rêxistinên me de xwedî nêrîn û mafê gotinêye. Bi tayîbetî jî ev rêxistin di pêşengiya jinan de tên kirin. Di aliyê siyasî, aborî, civakî, çandî, perwerde, zimanê kurdî û çekdarî de jî jinan xwe pêşxistiye û pêşengiyê dikin. Di aliyê çekdarî de hêza me ya YPJ’ê heye. Di pêşandanan de jî pêşengî dikin. Tayîbetî jî di aliyê zimanê dayîkê de xwe gelek pêşde birine.”
‘Ser deskeftiyên me êrîş hene’
Hêvî nêrînên xwe wiha anî ziman: “Li gel van jî êrîş û embargoyên mezin ser me heye. Bi curber cur êrîşan dikin. Dixwazin ev deskeftinên gelê kurd têk bibin. Despêkê embergoya komên çete hene ser rêya Helebê. Deriyê aliyê Tirkiyê girtiye. Em bi hêvîne deriyê aliyê Tirkiyê bê vekirin û em bi cîranên xwe re zêdetir din ava têkiliyan debin. Her wiha êrîşên çeteyên DAIŞ’ê jî ser me gelek hene. Ji xwe gelê me bi xwe afirankarin û pêdiviyên xwe pêktînin. Lê dîsan jî derîyek hebe dê baştirbe ji bo eleqeyên me yên her aliyî.”
‘Êrîşên ser jinên Şengalê êrîşên ser hemû jinanin’
Hêvî wiha berdewam kir: “Din ava van demên dawî de êrîşî Şengalê kirin. Ev êrîşa ser gelê Şengalê û tayîbetî jî ser jinên Şengalê êrîşek ser tevahî mirovahiyê ye. Ev êrîşa ser jinên Şengalê êrîşa ser tevahî jinane. Dixwazin nirxên civakê tevgera azadiyê û tevgera azadiya jinan bişkênin. Rola jina kurd ya k udi şoreşa Rojava de bişkênin û têk bibin.”
‘Ev xweseriya Rojava dê bibe çareseriya hemû gelên Suriyê’
Hêvî wiha pêde çu: “Em bi hêvîne di demek nêz de Kongreya Netewiya Gelê Kurd pêkbê û kurd bi yek nêrînê û yek helwestê bersiva van êrîşan bidin. Heger yekbûna kurdan hebûya êrîşên niha pêknedihat. Niha zêdetir derfet hatine amadekirin ji bo kongerya netewî. Êrîşên ser Şengalê astengiyên li hember çêbûna kongreya netewî rakirin. Ev xweseriya Rojava dê bibe çareseriya hemû gelên Suriyê. Em bi hêvîne hemû kesên azdî xwez pişgiriyê bidin gelê Rojava û tenê ser milê Rojava nehêlin. Banga me ji bo hemû jinan jî bila xwe birêxistin bikin. Ji ber ev êrîşên ser jinên Şengalê tê wateya ser hemû jinan. Ji ber wê jî divê kongreyek ya jinan bê lidarxistin.”
‘Jinan xwe li derdora Kobanê kirin çember’
Hevseroka Meclisa Zagonsaz ya Kantona Kobanê Faize Ebdi jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine û wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê nesîbê xwe ji mirovahiyê negirtine. Bi hişmendiya îslama radîkal ya berî niha 1400 salî ku jin bi saxî binax dikirin rêve diçin. Bi heman hişmendiyê ser me jinan de tên. Bi hişmendiya ku divê jin din ava jiyanê de cîh negirin û ji hemû mafên xwe bê par bimînin êrîşî jinan dikin. Ji xwe dema ku hatin ser Kobanê bi hişmendiya ku jinên Kobanê li xwe helal bikin êrîş dikirin. Lê li Kobanê jinan bersiva wan da. Jinan bi her awayî xwe rêxistin kirin. Di aliyên siyasî, civakî, aborî, çandî, perwerdê, leşkerî û hemû aliyên jiyanê de xwe birêxistin kirin û xwe li derdora Kobanê kirin çember.”
‘Cudatiya navbera Kobanê û Şengalê tenê rêxistinbûna jina Kobanêye’
Faize da zanîn ku sedemek sereke yê serdeçuna çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê nerêxistin kirina gelê Şengalê û teyîbetî jî jinên wê bû û wiha domand: “Dema ku dîtin li Kobanê bi ser nakevin vêcarê jî êrîşî Şengalê kirin. Di dema êrîşên Şengalê de jinên Şengalê rastî êrîşên gelek giran hatin. Ji berk u jinên Şengalê û tevayî civaka Şengalê weke Kobanê ne rêxistinkirîbûn di gelek aliyan de zorî û çewisandinên mezin lê hatin kirin. Jin li Şengalê hatin firotin, hatin girtin, tuştên wiha lê kirin ku mirov naxwazin bîne ziman. Armanca çeteyan ser Şengal û Kobanê hemane, lê ya ku hêlayî ewqasî ser Şengalê de biçin encama nerêxistin kirina wanbû. Cudatiya navbera Kobanê û Şengalê ji ber rêxistinbûna jina Kobanêye.”
Jinên kurd cesareta xwe bi dost û dijminan da nasîn’
Faize wiha berdewam kir: “Ji berk u piraniya civakê bi hişmediya kevneperest nêzdibûn. Ji ber wê jî jin biçuk dihat dîtin. Niha jî çeteyên DAIŞ’ê bi heman hişmendiyê êrîşî jina dikin. Dijmin jî her dem bi têgihên weke namusê jin biçuk dixistin. Lê Rêber Apo hişmendiyek nûjen pêşxistiye. Bi wê hişmendiya nûjen hemû jin û tayîbetî jî jinên kurd xwe rêxistin dikin. Niha ew nîvê civakê yê bi hişmendiya kevneperest tevdigeriyan jî ev rastî dîtin û ketin nava hewildanên ku îro jina kurd di her aliyî de dikin. Ji ber îro li serê çiyayên Kurdistanê jinên kurd çek girtine û me diparêzin. Jinên kurd bi dost û dijminan dan nasîn ku em ne kêmin û nejî lewazin. Li şuna ku em ji ber we koç bikin û hun bi ser mede bên emê bi parastina cewherî xwe biparêzin û bi her awayî bersiva web idin.”
(zt)

