'Divê fîrmayên hilberîna şîr bên çavdêrî kirin'

11:20

Derya Ceylan / JINHA


AMED – Di van demên dawî de ji ber madeyên xwarinê ne dibin çavdêriyê de nin di gelek mirovan de bûne sedema nexweşiyên cur be cur. Şêwirmendên Hilberîna Şîr û Endezyarê Ziretê Suleyman Ozdogan diyar kir ku gelek ji van nexweşiyan jî ji ber vexwarina şîr çêdibin û got: “Heger em tenduristiya mirovan ne fikirin; em dikarin şîr bînin rewşa madeyek yên jehrî, ev jî gelek metrisidare. Ji ber wê jî bi bê cudahî divê hemû çavkaniyên hilberîna şîr bên çavdêrî kirin. Di heman demê de divê yên şîr vedixin jî di vê mijarê de bên agahdar kirin.”


Di roja me ya îro de di tevahiya sektorên xwarinê yên cîhanê de şîr madeyek gelek tê bi karanîne û ji bo tenduristiya mirovan jî xwediyê cihek giringe. Ji ber ser ambalanja wê hindirê wê de çî heye na nivîse; bi mirovên ku ve dixwin re nexweşiyên cuda cuda çêdike. Her wiha dibe sedema gelek nexweşiyên tedawiya wan nayê kirin. Şêwirmendên Hilberîna Şîr û Endezyarê Ziretê Suleyman Ozdogan da zanîn ku ji ber madeyên kul i cihên hilberîna şîr tên xistina navê tenduristiya mirovan hatiye rewşek xirab.


Ji ber madeyên tên xistina navê bi mirovan re hînbûyînê çêdike’


Suleyman anî ziman ku divan demên dawiyê de nexweşiyên ku derdikevin piraniya wan ji ber madeyên tên xistina nava madeyên xwarinêye û wiha domand: “Carnan jî xebatkarên li cihên hilberîna şîr dixebitin ne bi zanebûn, tenê ji bo qazanca pere dikin. Bi tayîbetî jî Mono Sodyum Çîn Tuzu ya ku vê dema dawiyê tê xebitandin zererê dide hucreyên sinirên we. Bi vî awayî Parkinson, epilepsi, Azhemier û tebeqeyên çav ziyanê dibînin; run kom dike û nexweşiyan çêdike. Ev madeyên din ava şîr de dibe sedema van nexweşiyan dil aş de jî hînbûyînê çêdike.”


‘Di hilberîna şîr de jelatînê berazan di xebitînin’


Suleyman destnîşan kir k udi serî de şîr divê hemû madeyên xwarinê dibin çavdêriyê de bên girtin û wiha berdewam kir: “Li Hindistanê cihên xwedîkirina pişîk, kuçik û berazan heye. Ev heyîwan tên firotin. Goşt û hestiyê van heyîwanan dikelînin ronê ku bi ser dikeve difiroşe welatên mîna me paşdemayî. Ev welatên paşdemayî vî ronî bikar tînin. Lê dema ku jelat ê berazan din ava hilberînên di xebitînin de ser amblanjên wan na nivîsin.”


‘Divê hişmendî bê dayîna yên şîr divexwin’


Suleyman balkişand ser karên fîrmayên hilberîna şîr û wiha pêde çu: “Ne fîrmayên baş dixebitin ne jî yên tiştên ne baş dixin nav tên çavdêrî kirin. Heger em tenduristiya mirovan ne fikirin; em dikarin şîr bînin rewşa madeyek yên jehrî, ev jî gelek metrisidare. Ji ber wê jî bi bê cudahî divê hemû çavkaniyên hilberîna şîr bên çavdêrî kirin. Di heman demê de divê yên şîr vedixin jî di vê mijarê de bên agahdar kirin.”


‘Divê ji hilberînên baş şîrê baş bê amadekirin’


Suleyman wiha domand: “Dema ku em şîr dirêjin ji nava wan hemû bekteriyan ji sedî 10 şîr dixweyê. Niha 17 milyon madeyên ji wan şîr tê çêkirin ne başin. Divê ev hemû bên başkirin ji bo wê jî xebat divê bê kirin. Daxwaza min ji bo yên şîr û mast dixwin, şîr û mast bixwin lê yên baş bixwin.”


(zt)