Ji KJK’ê banga ‘boykota dibistanan’

11:44

JINHA


QENDÎL - KJK'ê got, "Dem dema azadkirina nasnameya Kurd e ku hebûna wê hatiye parastin e" û ji bo redkirina zîhniyetê yekparêz û înkarê bang li her mirovên mafên wan ên perwerdeya zimanê dayikê ji dest hatiye girtin kir, ku dibistanên dewleta Tirk boykot bikin.


Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) der barê sala nû ya perwerde û hîndekariyê ya 2014-2015'an de daxuyaniyek weşand. KJK'ê da xuyakirin ku ev roj ji bo zarokên Kurd tê wateya naskirina sazîbûna zîhniyeta înkar û yekparêz û destnîşan kir ku li cem gelek zarokan li şûna coşa destpêkirina dibistanê, psîkolojiya fêmnekirin û nedayîna fêmkirinê wê bi xwe re bîne. Zarokên Kurd wê sibê bi zimanekî ku di rojana wan a rojane de cihê xwe nîne, bi zimanekî nizane, jê fêm nake wê dest bi perwerdeyê bikin. Bandorên vê yên sosyolojîk bi tena serê xwe mijareke divê bê nirxandin."


KJK'ê da zanîn ku helwesta hikûmeta AKP'ê ya di mijara perwerdeya zimanê dayikê de, nîşaneya rastiya netewe dewlet a yekparêz û nîjadperest e û ev xal destnîşan kir: "Gelek zarokên vê xakê, ji ber karaktera înkar, tinekirin, yekparêz û nîjadperest a vê rejîmê, zimanê xwe yê dayikê ku hêmana herî girîng a nasnameya etnîkî ye, winda kirine. Bi qirkirina çandî ya li TC hat meşandin re hat xwestin ku civakeke bê hiş û bê bîr bê afirandin. Ji xwe navgîna bingehîn a mirov bi bîra kolektîf re têkiliyê dene, zimanê dayikê ye.


zimanê Kurdî xistine statuya 'zimanê biyanî'


Gelê herî zêde li dijî vê qirkirina çandê li ber xwe daye, gelê Kurd e. Tevî her şêweyên qirkirina çandî, fîzîkÎ, civakî û siyasî yên netewe dewletê, ku lingê bingehîn ê dewlet û modernîteya kapîtalîst e, Kurdan nasnameya xwe parastin. Bi têkoşîna azadiyê ya Kurd re dest bi berxwedana azadkirina nasnameya xwe kirin. Hebûna xwe ya bi înkar û tinekirinê dor lê hatibû girtin, bi vê berxwedana ji berdêlên giran, parastine. Divê baş were zanîn ku dorpêçkirina qirkirinê ya li hemberî Kurdan di roja îro de jî dewam dike. Di dema hikûmeta AKP'ê de ev qirkirina çandî ziravtir bûye."


KJK'ê ragihand ku yek ji rêbazên vê qirkirina ziravkirî, dersa hilbijarî ya Kurdî ye û got, "Mîna ku Kurd ne gelekî qedîm ê vê xakê ye, zimanê Kurdî xistine statuya 'zimanê biyanî'. Ev yek ti carî weke pêşketinekê nayê dîtin; berevajî israra di înkar û tinekirinê de ye, heqareteke."


KJK'ê diyar kir ku qebûlkirina mafê perwerdeya zimanê dayikê û fermîbûna Kurdî weke zimanê perwerdeyê wê di rêya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de bibe gaveke girîng û got, "Hikûmeta AKP ya ku neçar e di mijara çareseriyê de ji dilbûyîna xwe îspat bike, divê tavilê vê gavê biavêje."


‘Divê li meyîdanan polên azad bên avakirin’


KJK'ê ji bo avêtina vê gavê bang li gelê Kurd kir ku dibistanan boykot bike, ji bo zimanê dayikê li qadan "polên azad" ava bikin. KJK'ê ev bang kir: "Divê were zanîn ku çand, zîhniyetê kevneşop û rastiya hestewarî ya civakan e. Zimanê dayikê jî bilêvkirina vê rastîyê ye. Ev rastiya ku xwedî kodên çandî û jiyana civakî ya hezaran salan e, nasnameya Kurd a azad bi xwe ye. Nasnameya Kurd a ku hebûna wê hat parastin, dor hatiye azadkirina wê. Dema redkirina zîhniyetê yekparêz, faşîst, tinekar û înkarê ye, dema avakirina rêxistinbûyîna demokratîk e. Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku dibistanên dewletê yên Tirk ên sibê dest bi sala nû ya hîndekariyê dike, boykot bike. Li gel vê yekê em dixwazin destnîşan bikin ku divê li qadan polên azad bên avakirin û zimanê dayikê li her deverê, çi li salon çi jî li parkan, bê bikaranîn. Em bang li her kesên li gel gelê Kurd mafên wan ên perwerdeya bi zimanê dayikê ji dest hatiye girtin dikin, ku bi awayekî çalak tevlî boykotê bibin ûd estekê bidin. Bi taybetî banga me li dayikan e ku ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê bi hestyar nêzî boykota dibistanê bibin, zarokên xwe neşînin dibistanê, derdora xwe di vî warî de agahdar û birêxistin bikin."


Çavkanî: ANF


(zt)