Meclîsa Jinên Êzidî: Jinên Şengalê ne bi tenê ne
11:59
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Bi boneya balkişandina ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ji 3’ê yê tebaxê ser gelê Şengalê û tayîbetî jî ser jinên Şengalê despêkirîn daxuyaniyek xwşandin. Daxuyaniya Meclîsa Jinên Êzidî wihaye: "Ew keç û jinên me yê di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne, xîret û namûsa me ya herî giranbuha ne" û ji bo xwedîderketina li rûmetê banga bilindkirina têkoşînê li gelê Kurd kir.
Meclîsa Jinên Êzidî bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser rewşa keç û jinên Êzidî yên piştî êrîşa 3'ê Tebaxê ya li hemberî Şengalê ji aliyê çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê ve hat revandin. Meclîsê destnîşan kir ku ew keç û jin li ku derê bin, di destê kîjan çete de bin bila bin, xîret û rûmeta herî bilind û giranbuha ya wan e û wiha domandin, "EW TEV IN EM, EM TEV EW IN. Ti kes , ti hêz û çete nikarin sî bixin ser rûmet û xîreta me."
Meclîsa Jinên Êzidî diyar kir ku, ew zîhniyetê bi çavekî kêm, nebaş yan jî xerab li wan keç û jinên ketine destê çeteyan mêze dike, raste rast xizmetê ji zîhniyeta DAIŞ'ê re dike û bang li gelê Kurd bi taybetî jî jina kir, ku bi şiyara "Jinên Şengalê ne bi tenê ne" bi rihê sefeberiya neteweyî, xwedî li vîna xwe, hebûna xwe, rûmet û nirxên xwe derkevin û têkoşînê bilind bikin.
(zt)
