Heyeta HDP'ê ket ser riya Îmraliyê
12:28
JINHA
STENBOL - Heyeta HDP'ê, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, çû Îmraliyê.
Cîgirên Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken û Pervîn Bûldan li gel Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, ketin ser rêya Îmraliyê.
Heyetê herî dawî di 15'ê Tebaxê de bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî bû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de ji bo pêvajoya çareseriyê peyamên girîng dabû. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bal kişandibû ser dawiya meha Îlonê û ji bo pêvajo veguhere asta muzakereyê xwestibû, pîvanên bingehîn di belgeyekê de bên berhevkirin û saziyên weke desteya şopandinê, heyetên muzakereyê û sekreterya tavilê bê avakirin.
Heyeta HDP, piştî vê hevdîtinê di 24'ê Tebaxê de çû Qendîlê û bi rayedarên KCK'ê re hevdîtin kir. Heyetê di 29'ê Tebaxê de jî piştî ku Davûtoglû bû Serokwezîr bi heyeta dewlet û hikûmetê ya nû re hevdîtin pêk anî.
Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç di daxuyaniya xwe ya piştî civîna Desteya Wezîran de dabû xuyakirin ku hemû erkên pêvajoya çareseriyê di destê Serokwezîr de ye.
(zt)
