Ji bo Gulşen Çakir ya YPJ yî mewlud hat dayîn

13:44

JINHA


ŞIRNEX – Li konê sersaxiyê yê ji bo Gulşen Çakir (Derya Botan) ya k udi şerê navbera hêzên YPJ’ê û çetyên DAIŞ’ê derketî de jiyan xwe ji dest dayî mewlud hat xwendin.


Gulşen Çakir (Derya Botan) ya k udi şerê navbera hêzên YPJ’ê û çetyên DAIŞ’ê di 19’ê tebaxê de li herêma Cezzaa derketî de jiyan xwe ji dest dayî li bajaroka Dêrgulê ya Şirnexê konê sersaxiyê hatibû vedan. Di kon de ji bo Gulşen Çakir mewlud hat dayîn. Rêveberên PHD û HDP’ê yên navend û navçeyan, rêveberên MEYA-DER’ê, Meclisa Dayîkên Aştiyê û gelek welatî bejdarî mewludê bûn. Di kon de li gel posterên Gulşen Çakir û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan alayên PKK, KCK û YPG’ê hatibûn hildan. Piştî xwendina duayan Hevserokê Şaxa MEYA-DER’ê yê Cizîrê Mele Qasim axivî û wiha got: “Em di kesayeta Deryaya leheng de hemû şehîdên xwe bibîrtînin. Derya wan ji bo me, azadiya me, ji bo edalet û wekheviyê çun Rojava. Ew xwîna xwe ya pak û bedew ji bo me rijand. Ji bo nirxên me canê xwe feda kirin. Ya dikeve ser milê me jî berdewam kirina riya wane. Şehîdên me rometa meye û hemê her demê di rêya wan de bimeşin.”


Hevserokê PHD’ê yê Şirnexê Abdulazîz Bîlgîn jî şehîdên tekoşînê bi bîr anî û got: “Bila serê hemu gelê kurd saxbe.” Dayîka Gulşen Behiye Çakir jî sipasiyên xwe ji bo yên beşdarî mewludê bûne anî ziman û wiha domand: “Bila serê henû gelê kurd saxbe. Gulşen ne tenê şehîda meye, ew şehîda hemû gelê kurde. Ew şehîda Serok Apo ye. Hun hemû bi xêr hatin.”


Piştî axaftinan û duayan bi xwarina xwarina hatî amadekirin mewlud bi dawîbû.


 (zt)