Dayîk: Dê çalakiya me berdewam bike

15:02

JINHA


AMED – Çalakiya ‘Malbatên Berxwedanê’ ya malbatên ku zarokên wan di nava PKK’ê de û bi daxwaza hikûmet ji bo çaraserkirina pirsgirêka kurd gavan baveje li ber Walîtiya Amedê çalakiya rûniştinê li dar xistibûn. Di roja 84’emîn de çalakiya xwe bi daxuyaniyekê dawî kirin. Ser navê dayîkan  Şehrîzade Anar daxuyanî xwend û got: “Emê li deverên cuda bi rêvazên cuda çalakiya xwe berdewam bikin.”

Malbatên ku zarokên wan di nava PKK’ê de ne û ji ber polîtîkayên neçareserkirinê ji bo di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de gav bên avêtin Anit Parkê ya li ber Walîtiya Amedê çalatiya rûniştinê dabûn destpêkirin di roja 84’emîn de bi daxuyaniya çapemeniyê hate bidawîkirin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, Hevseroka PHD’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêveberên bajar û navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê malbatan Şehrîzade Anar daxuyanî da û diyar kir ku çalakiya wan tam cihê xwe nebîne jî wan dengên xwe gihandine muxataban û yek ji armanca wan ew bû ku di pêvajoya muzakereyê de destê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xurt bikin û di vî warê de bawe dikin ku ew bi ser ketine.

‘Zarkên me ji bo ewlehiya me û hemû gelên bindest li çiyanin’


Şehrîzade da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê bêyî bêjin ev jine, zaroke, rojnamegere hemûyan qetildikin û wiha domand: “Em baş dizanin ku hebûna zarokên me li çiyayan ji bo ewlehiya me û hemû gelên mîna me bindest û tên çewisandinin. Lê em dibînin ku zarokên me dersê tenê nadin Rojhilata Navîn dersa mirovahiyê didin hemû cihanê.” Şehrîzade destnîşan kir ku ew çalakiya xwe bi dawî dikin lê ew ê cihe xwe di nava têkoşîna gelê kurd de bigirin û heta aştiyeke mayînde pêk neyê, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Azad nebe, girtîgeh neyên valakirin, axa Kurdistanê ji çeteyan bê paqijkirin ew têkoyşîna xwe li qadên cuda û terzên cuda bîdomînin.

‘Ev 21 sal in Dayîkên Aştiyê li vî welatî bûne sembola aştiyê’
 Parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan axivî û got ku Dayikên Aştiyê ji dema agirbesta yekemin a di 1993’yan de li Bekayê ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îlan kir heta niha li vî welatî ev 21 sal in Dayîkên Aştiyê li vî welatî bûne sembola aştiyê. Nursel diyar kir ku ev çalakiya dayikan bi watedar û girîng e.  anî ziman ku ya dikev e li ser milê dewletê fêmkirine çalakiya dayikan e.

(zt)