Hevserokên KCD’ê yên nû Selma Irmak û Hatîp Dîcle

18:27

JINHA


AMED - Di 7'emîn Kongreya KCD'ê de Hatîp Dîcle û Selma Irmak ji hevserokatiya KCD'ê re hatin hilbijartinê.

Di 7'emîn Kongreya KCD'ê ya bi slogana "Em Avakiriha Jiyana Azad û Neteweya Demokratîk" a du rojan li Salona Sporê ya Şaredariyê Peyasê pêk hat, ji bo hevserokatiyê û peywirên din hilbijartin pêk hat. Di roja duyemîn a kongreyê de Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah axivî û piştî axaftina Abdullah kongre ji çapemeniyê re berdewam kir. Piştî peyamana KCD'ê hate pêşkêşkirin û hate erêkirin madeyên rojevê bi dawî bûn. Pişt re ji bo hevserokatiya KCD'ê ji dîwanê re pêşniyarî hatin kirin. Ji bo hevserokatiyê Hatîp Dîcle û Selma Irmak hatin pêşniyarkirin. Piştî navên ji bo Konseya Hevserkatiya KCD'ê û xebatên din hatin xwestin hilbijartin pêk hat. Di encama hilbijartinê de Hatîp Dîcle û Selma Irmak ji hevserokatiya KCD'ê re hatin hilbijartin.

Kongre piştî axaftina hevserokan a spasiyê dê bi dawî bibe.


(zt)