Jin dê bi 1000 şitlên sebzeyan debara xwe bikin
13:46
JINHA
AMED - Ji bo ku çandiniya organîk were pêşxistin û jin debara mala xwe pê bikin, di çarçoveya projeya “Malên Têra Xwe Dikin” a KADEM’a Şaredariya Sûrê de, li Taxa Hasirliyê, 1000 şitlên sebze hatin belavkirin.
Navenda Piştgiriya Jinê (KADEM) a Şaredariya Sûrê, di çarçoveya projeya “Malên Têra Xwe Dikin” de şitlên sebzeyan ku hatine çandin, li Taxa Hasirliyê li jinan belav kir. Proje, bi tevlîbûna Cîgirê Şaredarê Sûrê Nakşî Sayar, Alîkara Şaredar Gulbahar Ormek û Endama Meclîsa Şaredariyê Semra Turan, hat nasandin. Di çarçoveya projeya ku KADEM’ê amade kiriye de, li gundan, 1000 şitlên firingî, îsot, xiyar û balîcanan hatin çandin. Piştre, ev şitil anîn û li Navçeya Sûrê li xelkê belav kirin. Armanca projeyê, pêşxistina xwedî karbûna gel a lig undan e. Şitlên ji tovên herêmî hatine xwedîkirin, dê li hewş, ban û qutiyên malan şîn bibin. Bi vê projeyê hem gel dê bikaribe çandina sebzeyên organîk bike, hem jî, debara mala xwe bike.
(xo)

