Şewata Îzmîrê û hişmendiya takane ya bûye hestî!
09:01
Handan Tufan / JİNHA
İZMİR – Bi nêzîkbûna 9’ê Îlonê salvegera şewata Îzmîrê carekedinê tuştên hatine jiyan kirin bibîr xist. Girêdayî şewatê Talat Ulusoy got: “Bajarê pir zimanî, pir olî û xwediyê çandên cuda din ava xwe de dihewand piştî şewatê vegeriya civakek yek miletî.”
Şewata mezin ya Îzmîrê ji bo Îzmîrê dilşewatiyek mezine. Piştî dîroka 9’ê Îlona sala 1922’an şewata Îzmîrê derketi, 6 rojan domand û ji 4 an 3 yê bajar tarumar kir. Di 13’ê Îlonê de şewatê despêkir, heya 18’ê Îlonê berdewam kir. Di wê şewatê de beşê herî bedew û xweşik, her wiha beşên cihên dîrokî lê heyî hemû şewitîn. Îzmîra xweşik “Êdî bajarek şewitiye.” Girêdayî şewata Îzmîrê Lêkolînvanê ev demdirêje lêkolîn dike Talat Ulusoy agahiyên ser şewatê par kir. Tatal diyar kir ku bi qastî agir derxistin û wiha got: “Çima dê ewqas mezin bibe û belav bibe? Qundaxsaz li herêmek ferehtir û lig elek cihan karên wiha kirin. Yan jî bi hewayê ew şewat wiha lez belavbû. Di roja 13’an de li taxa ermeniyan agir gurbû. Bi hebûna bayek bihêz her der kete nava agir. Xala bê nîqaşkirin eve: Gelo li taxa remeniyan derketina agir eserê ‘qezayê’ ye yan jî qundaxsazan vêxistibû? Dit eza qundaxsazan de jî piranî dinirxînin. Lê pirsên weke qundaxsaz kî yan jî kîjan bûn? Nehatine bersivandin.”
‘Bi hezaran jin û zarok mirin’
Talat da zanîn ku ji derveyî komek biçuk yên “talankar”, “gaspci” û “qundaxsazan” wekedinê hemû welatiyên li Îzmîrê dijiyan para xwe ji vê giritin, mexdur bûn û wiha domand: “Ev sed sale Îzmîra xwediyê kirîn û firotina zêde di aliyê aboriyê de ketiye. Di sala 1914’an de bi qasî sed fabrîqeyan şewitîn. Yên ku ne şewitîn jî hatin rawestandin. Kirîn û firotina wê gelek paş ket. Di wê şewatê de bajarê xweşik bû xwelî. Di hemû ziman û olan de ji bo Îzmîrê weke gotina keda salan bûyîna xwelî tê bi karanîn. Piraniya wan karkerên di ber wî bajarî de ked dane xiristiyan bûne. Gotinên weke ‘bila can neçe mal biçe’ ji b ovan rewşan hatiye gotin. Xwezî bi vê qasî jî bisekinîbana bê goman hatine gotin. Lê mixabin vê şewatê gelek can sitand. Hijmarek teqez nîne, lê li gorî hatî gotin bi qasî 18-180 hezar mirov di nava wî agirî de şewitîn. Yên şewitîn jî piranî jin, kal û pîrên xiristiyan bûn. Ji ber beriya 9’ê Îlonê hemû mêrên xiristiyan yên temenê wan di navbera 18-45’an de hemû li qampa êxsîran kom kiribûn.”
Piştî şewatê bêdengiya mirinê…
Talat destnîşan kir ku Îzmîriyên ji şewatê rizgarbûn êdî weke “Îzmîra xweşik” nemaye diyar dikirin, piştî şewatê ji Fevzî Paşa Bulvari heya Talat Paşa Bulvari herêmek wiha fereh hemû şewitî û bû xwelî. Talant anî ziman ku bi salan bêhna şewatê ser Îzmîrê nerabû û wiha berdewam kir: “Her heftî ji Odessa heya Îskenderiya, ji Marsilya heya Lîverpool û heta New York ê mertalên gemiyan nedixwîn. Lîmonên zindî û Kordon û bajarê bedew vegeriya bû bêdengiya mirinê. Bajarê pir zimanî, pir olî û xwediyê çandên cuda din ava xwe de dihewand piştî şewatê vegeriya ‘Miletê Îslama Turk’. Di 28’ê Adara sala 1929’an de nûçeyek wiha di rojnameya Anadolê de derket, sernavê wê wihabû ‘Heger emenîne’, heta paragrafa despêkê jî wihabû: ‘tekleştirme’ ji xwe ji bo têgihiştinê ev tenê bese. Her wiha tuştên weke ‘Bi salan jinek ermeni ya kul i Îzmîrê jiyan kirî, li gorî lêkolînan derket holê û dane edliyê.’”
‘Ruyê civakê ziviriye’
Talat derbirî ku ew tişti di kanuna sala 1922’an de di hatin firotin û wiha pêde çu: “Komarê li Îzmîrê diziyek mezin kir. Piştî şewatê şêniya wê nîvî jî nema. Di aliyê demografîk, sosyo - ekonomîk û çandî de ruyê civakê zivirî.”
‘Sazumaniya mayî jî şaredariyê şewitand!’
Talat balişand ser piştî şewatê beşa şewitî û ya ne şewitiyî û wiha dom kir: “Di Îlona sala1922’an de Evangeliki Skolî yên weke bînayên nû Ortadoks Rum bînayên li benda ciwananin naşewitin! Îro ew lîseya Namik Kemale. Kolana Halîm axa niha li bendêye bibe restorasyon Çakaloglu Han û li gel wê jî niha pirinç han ji nû ve hatine avakirin, Pirincyan Han jî din ava yên şewitî debûye. Agir li cihê Kongreya Îktisatê ya Îzmîrê lê hatî li darxistin Hampartsum Han ê berdewam kir. Ew cihê sazumaniya wê seqlem jî di sala 1974’an de ji aliyê şaredariyê ve hat xira kirin.”
(zt)

