Jinan DAIŞ şermezar kirin, ji bo Şengal û Rojava seferberbûn

09:15

Bêrîvan Sumer / JINHA


WAN – Jinên Wan hem êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ser erdnîgariya kurdan û tevayî Rojhilatanavîn, her wiha tacîz, tecawîz û êrîşên ser jinan hem şermezar kirin û hem jî ji bo derbaskirina mexduriyeta jinan dest bi xebatê kirin. Her wiha jinan diyar kirin ku dê hem despêkê ji bo guherîna DAIŞ’ê û hem jî ji bo guherîna tevayî hişmendiya mêrane dê tekoşînê bilind bikin.


Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ser gelê kurd û tayîbetî jî tacî û tecawîza ser jinên kurd ji aliyê jinan ve hat şermezarkirin. Ji bo piştevaniya gelê Şengalê yê rastî qirkirinê hatin û paşê jî koça ji neçarî despêkirî rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk PHD yên navend û navçeyan, li gel aktîvîstên Tevgera Jinên Azad û Demokrat DOKH’ê li ger derê dest bi standên alîkariyê û kermes tên vekirin. Bi tayîbetî dibin pêşengiya jinan de çalakiyên wiha yên alîkariyê tên kirin û ji bo welatiyên Rojava û Şengalê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê mexdur bûne tên rêkirin. Endama Meclisa Şaredariya Erdemîtan ya Wanê Leman Bayal diyar kir ku ser Kobanê, tevahiya Rojava, Şengal û Mexmurê polîtîkayên qirêj hene, fatoreya van polîtîkayên qirêj jî her dem ji jin û zarokan tên girtin. Leman da zanîn ku jinên kurd yên ji ber polîtîkayên qirêj direvin û xwe di avêjin himbêza welatên cîran jî têne firotin.


‘Nasname û nijad çî dibe bila bibe divê qirkirin neyên kirin’


Leman balkişand ser êrîşên nijadperestiyên DAIŞ’ê ser gelê Rojhilatanavîn û wiha got: “Em êrîşên çetenên DAIŞ’ê dikin şermezar dikin. Xwezî ev bûyer çênebûna, tenê weke kurd nirxandina vê li xweşa min naçe. Divê nasname û nijada mirovan çî dibe bila bibe ev cureyên qiririnan çênebin.”


‘Weke kum in bi xwe ew jiyan kiriye wiha hîs dikim’


Leman anî ziman ku êrîşên çeteyan ser Rojava, Kobanê û Şengalê bûyerên gelek xemgînin û wiha domand: “Nêzîkatiya wan ya li jinan bûyerek bi êşe. Her nûçeya jinekê dema ku dibînim û dibihîsim weke kum in bi xwe jiyan kiriye hîs dikim. Tuştek bi qasî hişmendiya mêran ya k udi aliyê fîzîkî de jinan biçuk dibîne min ji dil na êşîne.”


‘Em ji dewletê hêvî nekin’


Leman mirovatiya wendabûye bila carekedinê bê dîtin bibîr xist û wiha berdewam kir: “Ji kê bê pirsîn kes şer naxwaze, lê yên vî şerî didin despêkirin kîne û çima ev şer evqas tê destek kirin? Divê tu hêviyên me ji dewletê nebin. Heger kes halîgirê me jî nebin dêvê em bi xwe gavan bavêjin.”


‘Armanca dewletê kolekirina kurdane’


Aktîvîsta Tevgera Jina Azad û Demokrat (DOKH) ê Dîlek Akdag jî diyar kir ku erdnîgariya  Kurdistanê li çar parçeyan hatiye belavkirin û her parçeyek li gora xwe dinava tekoşînê dene. Dîlek da zanîn ku yek ji cihên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi xwe têde maye û xebat kiriye Rojavaye û wiha got: “Êdî Rojava xweseriya xwe îlan kirine û ser linganin. Hinek hêzên weke ABD, Îngîltere û Tirkiye vê na pejirînin û êrîşî ser gelê kurd dikin. Ev êrîş bi awayekî hovane berdewam dikin. Armancên wan hemû ji bo vegerandina kurdan ya dema koletiyêye.”


‘Jin bi bê tehmuliya mêran re ru bi rune’


Dîlek balkişand ser hişmendiya mêran ya 5 hezar sal ser jinan û wiha domand: “Îro bi xêra Serokatiyê em jin dikarin ser lingê xwe rawestin. Ev jî dibe sedema bê tehmuliya mêran. Divê despêkê ji bo guherîna DAIŞ’ê û hem jî ji bo guherîna tevayî hişmendiya mêrane jin tekoşînê bikin.”


 (zt)