Di qampa AFAD’ê de jina koçber hat tecawîz kirin
10:41
JINHA
MÊRDÎN – Derket holê li qampa AFAD ya Midyadê jina rojnameger ya nexweşa epilepsiyê Sabahat ya 26 salî ji aliyê ajovanên peyîwirdar ve rastî tecawîzê hat. Ji ber tuştên bi serê wê hatî jina Surî întihar kir.
Jinên penaberên Suriyên ku koçî Tirkiyê dikin kabûsan jiyan dikin. Jihê jinên Surî lêdimînin Qampa bi navê Afet û Rêveberiya Rewşa Lezgîn (AFAD) ya k udi biniya Wezaretê de hatî avakirine. Di heman qampê de jinek hat tecawîz kirin. Di 1’ê Îlonê de jina Suriya bi navê Sabahat ya 26 salî ji aliyê ajovanê bi navê Ahmed Toprak yê ji aliyê Wezaretê ve li qampê hatî peyîwirdar kirin ve hat tecawîz kirin.
Li gorî agahiyên hatin girtin dema ku ajovanê bi navê Ahmed Toprak li qampê bûye di saetên şevê de jina li gel zaroka xwe ya 2 salî di kon de dima tacîz û tecawîz kiriye. Bûera ku çêbûye dema ku bû roj hat dîtin. Hat zanîn ku dema Ahmed Toprak çuye hindirê konê jina Suryeyi ya li gel zaroka xwe di kon de dima despêkê ev tacîz kiriye û paşê jî tecawîz kiriye. Dema ku koçverên dinê yên Surî k udi qampê de dimînin bi bûyerê hesiyan hem ali gel Qeymeqamiya Midyadê gilî kirin, lê mixabin tenê giliyên wan bi tesbîtkirina ajovan Ahmed Toprak ve sînor ma.
Jina Suryeyi ya ku rastî tacîzê hatî hem jî nexweşa epilepsê ye di saetên 02.00’an yê şevê de derman xwariye û întihar kiriye. Hat zanîn di saetên derengiya şevê de jina ciwan û nexeş bêyî ku xeberê kesê jê çêbibe sipartine axê. Li aliyê dinê jî penaberên li heman qampê dijîn ji aliyê ajovan Ahmed Toprak ve hatine tehdîd kirin û nikarin dengê xwe derxînin.
Heta niha nayê zanîn ka ji bo vê bûyerê lêpirsînek hatiye despêkirin yan na.
(zt)

