Li Rojava ji bo parastina cewherî jin hînî karanîna çekan dibin

11:17

JINHA


TIRBESPIYÊ- Endamên Navenda Zanist û Perwerde ya Jinan û Endamên Rêxistina Yekîtiya Star ên bajarê Tirbespiyê xwe fêrî bikaranîna çekan, kirin.


Bi armanca amadebûna ji bo hemû rewşên awerte û xweparastina ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, 12 endamên Navenda Zanist û Perwerde ya Jinan û Endamên Rêxistina Yekîtiya Star ên bajarê Tirbespiyê dest bi dewreya perwerde ya fêrbûna bikaranîna çekan kirin. Dewre 3 rojan domand û ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hat organîzekirin.


Hat zanîn ku dê hemû endamên Yekîtiya Star û Navenda Jin beşdarî perwerdeyên ku di demên pêş de tê lidarxistin.


(zt)