Abdullah Ocalan: Ev pirsgirêk nabe madeyeke muzakereyê
11:43
JINHA
ENQERE - Heyeta HDP'ê ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî got: "Hikûmet bi cidiyet nêzî pêvajoyê bibe û bi lez bixe gelek girîng e." Heyetê, diyar kir ku Abdullah Ocalan got: “Êdî gotinên bi gavên şênber neyên amadekirin tu pratîkaya wê çênabin.” Heyetê, anî ziman ku Abdullah Ocalan gotiye divê hikûmeta nû bê hincet dest bi muzakereya bi wate û kur bike û rêgez û mekanîzmayan demildest bêxin jiyanê.
Heyeta HDP'ê ya ji Alîkarê Hevserokên HDP'ê Sirri Sureyya Onder û Serokwekîlên Koma HDP'ê Pervîn Buldan û Îdrîs Baluken pêk tê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî û têkildarî hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de ji malbatên 10 karkerên di înşata rezîdansê de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwest û wiha hate gotin: "Birêz Ocalan, cînayetên kar ên madenvanên bi keda xwe hewil didin di bin xizandin û tunekirina pergala neo-lîberal de bijîn, karkerên înşatê û karkerên çandîniyê pêk tên şermezar kir û sersaxî li malbatên karkerên di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan sersaxî xwesst."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Abdullah Ocalan têkildarî pêvajoya çareseriyê de wiha gotiye: "Ligel pirsgirêkên cur bi cur, astengî, provokasyon, giran girtin û yek alî, pêvajoya me daye destpêkirin li ser formateke nû û di demek nêz de hatiye asteke pratîkbûneke girîng. Ev ast tenê welatê me na dê qedera herêmê diyar bike. Bi taybet hikûmet bi vê cîdiyetê nêzî pirsgirêkê bibe û bi lezbixe gelek girîng e. Êdî gotinên bi gavên pratîk neyên amadekirin tu pratîkên li hemberî pêk nayên.”
Abdullah Ocalan got:”Em hemû rewşenbîr, akademîsyen û polîtîkavanên pirsgirêkê bi vê cîdiyet û berpirsiyarê digirin dest dişopîne û hewcehî bi pêşniyar û tevkariyên hemû derdoran ji hemû caran bêtir heye. Di vê astê de cîdiyet û baldariya bê nîşandan ji bo sedsala pêşiya me dê ji herêmê re bibe kaos, an dê bibe demokrasiyeke edlî û weke bide xuyakirin." Abdullah Ocalan gotiye, divê hikûmeta nû bê hincet dest bi muzakereya bi wate û kur bike û rêgez û mankanîzmayan demildest bêxin jiyanê.”
Abdullah Ocalan li ser rewşa girtiyên nexweş jî wiha hişyarî kir: “Dema nêzîkahiya li hemberî rewşa girtiyan a bêbaldar li ber çavan tê girtin, heke ruhê muzakereyê can neda bedenên girtiyê nexweş pêvajoya çareseriyê ji gel re vegotin namimkun e. Ev pirsgirêk nabe madeyeke muzakereyê û ji bikaranîna mafê jiyanî û însanî pêktê.”
Abdullah Ocalan hêzên berxwedanê û gelê li hemberî êrîşêna ber xwe dan silav kir û hemû kesên ked û tevkariya xwe nîşan didin jî silav kirin. Abdullah Ocalan wiha got: "Em bi baweriya di serî de gelên êzdî, tirkmen û asurî-suryan hemû gelên li hemberî talukeya komkujiyê ne di serî de mafê xwe yê jiyanê û hemû nirxên xwe parastin weke pirsgirêkeke rûmetê û jiyana hevpar dihesibînin.”
Abdullah Ocalan herî dawî ji girtiyên nexweş re silav şand û xwest ku agahiya di şertên azad de dermankirina wan dest pê kir bigire.
(zt)

