Ji ber êrîşên Boko Haram ê zanîngeh hatin girtin

12:02

JINHA


NAVENDA NÛÇEYAN – Ji ber kirinên hovane yên rêxistina Boko Haram ya kul i Nijerya yê xebatên xwe bi rêve dibin dikin ji aliyê rêveberên Adamawa yê ve Zanîngeha Mubi hat girtin.


Rêxistina bi xwîn ya Boko Haram ya li Nijerya yê du bajarokên bi navê Michika û Bazza talan kirin niha jî ber bi Adamawa ve nêz dibin. Ji ber nêzbûna rêxistina Boko Haram ya li nêzî Zanîngeha Dewletê ya li bajarê Mubi, ji bo parastina xwendekaran peyîweridaran çare di girtina zanîngehê de dîtin. Peyîweridarêna Nijeryayê diyar kirin k udi êrîşa Boko Haram ya ser Borno de herî kêm 50 endamên wan qetilkirine.


Li aliyê dinê jî Li gorî hijmarên fermiyên saziyên sitargehên Netewên Yekbûyî (NY) ê Boko Haram lez daye xebatên xwe yên talankariyê. Li gorî heman agahiyan di hefteya derbasbûyî de herî kêm 10 hezar kes çune Kamerun û Nijerin ê.


(zt)