Ciwanê Amedê, dîrokaxwe nasdikin

15:24

JINHA


AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi mebesta nasandina cihên dîrokî û turîstî ev 4 sal in geştekê ji bo ciwanan li dar dixe. Çavlê ye ku îsal 400 zarok beşdarî vê geşt û guzarê bibin.


Geryanên ku ev çend sal in pêk tê bi serperiştiya Gerînendetiya Şaxa KUDEBa Serokatiya Daîreya Bajarvanî û Avedaniyê a Şaredariya Bajarê Mezin û Serokatiya Daîreya Çand û Turîzmê têne birêvebirin, îsal jî geşta ewil pêk hat. Xwendekarên Lîseya Nafiye Omer Şevki Cizrelioglu yekemîn koma geştyaran bûn. 40 xwendekar tevî mamoste û rêveberên xwendegehê bi siwareya Şaredariya Bajarê Mezin ji bo wan terxan kirî, ji xwendegeha xwe hatin girtin û anîn Pira Dehderî. Xwendekar bi serperiştiya Dîrokzanê Hunerî Kadrî Avci û Rênasê Turîstan ê Profesyonel Metîn Ozçelik, li Burca Kiçan, Minareya Çarling, Dêra Sorp Giragos, Xana Hesenpaşa, Pêşangeha Cahît Sitki Tarancî, Pêşangeha Ahmet Arîf û Mizgefta Mezin geriyan û derbarê dîroka wan de agahî wergirtin.  


Rawestgeha herî bi şox û şeng Mala Dengbêjan bû. Xwendekaran li vir firavîna xwe xwar, guhdariya stranên dengbêjan kirin û govend gerand. Xwendekaran derbarê dengbêjiyê de pêzanîn wergirtin û aşkere kirin ku wan rojeke xweş borand ji bo vê spasî li Şaredariya Bajarê Mezin kirin.


Ev geryan dê 8 hefteyan bidomin, 5 lîse, 5 dibistana seretayî bi tevayî 10 xwendegeh dê jê sûdê wergirin. Bi tevayî 400 xwendekar dê beşdarî van geşt û guzarên nasîna warên dîrokî bibin.


(zd)