Li Edeneyê jinek hat xeniqandin
12:27
JINHA
EDENE – Li Yuregir de kesê bi navê Hasan Yelmez bi hincetên weke “tu min di xapînê” hevsera xwe Halîme Yelmez ya 14 salî bi destê xwe xeniqand.
Li navçeya Yuregir ya Edeneyê kesê bi navê Hasan Yelmez weke peyîweridar li qampa sitargehê ya koçberên Suriyê dixebitî hevsera xwe ya dayîka du zarokan Halîme Yelmez xeniqand. Hasan yê ku bi hincetên weke “tu min di xapînê” hevsera xwe Halîme qetilkirî, di jiyana wi ya tayîbet de tacîz heye. Li gorî îdiayan Hasan Yelmez bernameyak weke ser înternetê mesaj xwendin û axaftinê telefonan guhdarî kirinê ji bo xwe amade kiribû. Hasan ji cihê kar destur girtibû, li mal jî bi gotinên weke “ezê biçim kar” derdiket. Paşê wî gav bi gav hevsera xwe dişopand. Duh bi şev dema ku hevsera wî ji kar hat di navbera wan de nîqaş derket û di dawiyê de Hasan destê xwe da ser qirika hevsera xwe û xeniqand.
Paşê dema ku polîs li wî digeriyan Hasan Yelmez sucê xwe îtiraf kir û paşê ew birin muduryeta polîsan. Cenazeyê Halîm Yelmez jî piştî otopsiya Saziya Tiba Edlî dê ji aliyê xizmên wê ve bê girtin û defin kirin.
(zt)
