Li Kopê jina bi navê Nezahat ji aliyê hevserê xwe ve hat qetilkirin

16:48

JINHA


MUŞ - Li gundê Kuştiyan ê navçeya Kopê ya Muşê jina bi navê Nezahat Yolcu ji aliyê hevjînê xwe Abdusselam Yolcu ve bi çekê hat qetilkirin.

Li gundê Kuştiyana Kop'ê ya Muşê jina bi navê Nezahat Yolcu ji aliyê hevjînê xwe Abdusselam Yolcu ve bi çekê hat qetilkirin. Li gorî agahiyan, Nezahat û Abdusselam Yolcu sibehê bi texsiyeke bazirganiyê diçûn navçeyê. Li nêzî pira Çemê Murat ji ber sedemek nayê zanîn nîqaş di navbera wan de derket. Abdusselam Yolcu yê ku li qoltixa pêşiyê rudinişt çeka xwe kişand û gule berda Nezahat Yolcu. Dayika 7 zarokan Nezahat Yolcu gule ji sînga xwe xwar û bi giran birîndar bû û pişt re jî jiyana xwe ji dest da. Abdusselam Yolcu cenazê Nezahat Yolcu ji wesayitê derxist û danî kêleka rê. Pişt re jî ajokar rehîn girt û li cihê bûyerê reviya. Piştî agahiyên ajokar ambûlans hate cihê bûyerê û cenazeyê Nezahat birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kopê. Pişt re jî ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.

Piştî ku bersûc li cihê bûyerê reviya ajokar berda. Ajokar çû Miduriyeta Polisan a Navçeyê îfade da. Gundiyên Kuştiyan û xizmên Nezahat Yolcu yê ku li ber derê nexweşxaneyê kombibûn jî diyar kirin ku Abdusselam her tim şîdet li hemberî hevsera xwe pêk tîne.


(zt)