Îlham Ehmed: Mînaka sazumaniya Rojhilatanavîn Rojava

08:47

Perihan Kaya-Sarya Gozuoglu/JINHA


AMED – Endama Desteya TEV-DEM’ê Îlham Ehmed di derbarê xebatên TEV-DEM’ê  de nirxandinên giring parkir û got: “Dê di Rojhilatanavîn de pergalek çawan bê avakirin dendika wê ya herî biçuk niha li Rojava tê jiyan kirin. Ji xebatên rêxistina Rojava hemûyan re TEV-DEM’ê pêşengî kiriye.”


7'emîn Kongreya Giştî ya Asayî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ya dê bizivire "Meclîsa avakar"  û bi şiara "Em bi neteweya demokratîk jiyana azad ava bikin" di 6 – 7’ê Îlonê de pêkhat. Bi wesîleya tevlîbûna kongreyê gelek mêvan ji her çar aliyên welat û derveyî welat beşdarbûn. Endama Desteya Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk ya Rojava yê Kurdistanê (TEV-DEM) ê Îlham Ehmed jî din ava heyeta Rojava ya ji 25 kesan pêk dihat de beşdarî kongreyê bû. Îlham di derbarê xebatên TEV-DEM’ê  de nêrînên xwe bi JINHA  yê re par kir. Îlham da zanîn ku TEV-DEM’ê gel bi rêxistin û hişmendî kir û wiha got: “Di asta ku komcivînên hevbeş nava van gelan de bên çêkirin TEV-DEM’ê piroje avakirin.”


‘Hemû ked û xebat bi xweseriya demokratîk tacîdar bûye’


Îlham xebatên ji despêka şoreşa Rojava heya niha li Rojava tên kirin bibîr xist û axaftian xwe wiha domand: “Li Rojava ji despêka şoreşê heya niha tekoşînek di asta bilind de hatiye kirin. Hem di aliyê avakirina pergalê hem jî ji bo parastina ramana nû xebat hatiye kirin. Hemû ked û xebatên hatine kirin bi avakirina xweseriya demokratîk tacîdar kirine.”


‘Heger jin azad nebe jiyan jî azad nabe’


Îlham destnîşan kir k udi nava şoreşa Rojava de jin xwediyê rolek giringin û wiha berdewam kir: “Di aliyê avakirina azadiya jinan û avakirina jiyanek azad ya ku xwe dispêre azadiya jinê xebatek cidî hatiye meşandin. Bi hişmendiya heger jin azad nebe jiyan jî azad nabe her dem xebat hatiye kirin. Ji bo navbera her du cinsan de hevsengiyek di her aliyê jiyanê de bê avakirin kedek hatiye dayîn.”


‘TEV-DEM’ê gel bi rêxistin û hişmendî kir’


Di derbarê girştî xebatên TEV-DEM’ê  de jî Îlham wiha axivî: “Herêma Rojava bi her awayî dibin êrîşandene. Hem di aliyê çeteyên DAIŞ’ê de hem jî hişmendiya pergala deshilat ya şoven ya basê ku ser civaka Suriyê xwe dide sepandin. Li hemberî van êrîşan gelên herêmê hevgirtinek çêkirin. Bêguman TEV-DEM’ê ji vê re pêşengî kir. TEV-DEM’ê gel bi rêxistin û hişmendî kir. Di asta ku komcivînên hevbeş nava van gelan de bên çêkirin TEV-DEM’ê piroje avakirin.”


‘Di çeperên berxwedanê de ciwanên kurd, suryan û ereb’


Îlahm balkişande ser hêza leşkeriya kul i Rojava parastina hemû gelan dike û wiha pêde çu: “Di bin banê YPG/YPJ’ê de rêxistinek ji hemû pêhateyan hatiye avakirin. Civaka Rojava hatiye rewşa êdî jinên ereb û suryan jî beşdarî nava refên YPJ’ê dibin. Ciwanên ereb, suryan din ava refên YPG’ê de cîh girtine. Ciwanên ereb û suryan di ber Rojava de xwîna xwe rijandine. Ev jî tuştek jiyaniye. Dema ku xwîna van hemû gelan ser vê erdnîgariyê tevlîhev dibin ev jî dibe sedema bi hev re jiyan kirina wan hemû gelan. Di qadên şer, çeperên berxwedanê de xwîna kurd, ereb û suryanan digihe hev di encamê de em dikarin bêjin îtifaqa herî baş ya gelan di wê de pêk hatiye. Ev jî tuşteki giringe.  Yekîtiya gelan ya herî xurt eve. Rengê Rojhilatanavîn bi şêweyê dendika xwe yê biçuk li Rojava pêkhatiye. Dê Rojhilatanavîn pergalek çawan bê avakirin dendika wê ya herî biçuk niha li Rojava tê jiyan kirin. Ji van xebatan hemûyan re TEV-DEM’ê pêşengî kiriye.”


‘Çeteyên DAIŞ’ê Rojava ji bo xwe xetere dibîne’


Îlham anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî dewlemendiyên gelan dike, ji ber wê jî Rojava li pêşiya xwe weke hêzek xetere dibînin, ji ber wê despêkê êrîşî Rojava dikin û wiha dom kir: “Niha êrîşên çeteyên DAIŞ’ê bi pergalek ya dewletên serdest tê kirin. Di xwazin Surî ji bo xwe bike baregehek leşkerî û ji wê êrîşî hemû Rojhilatanavîn bikin. Di xwazin dest danin serdewlemendiyên gelan yên heyî yên weke petrolê. Ji b ovan kirinên wan Rojava li pêşiya wan astenge. Ji ber wê jî herî zêde ser Rojava dikin. Di xwazin di Rojava de vînê bişênin. Şengal jî ciheke dikeve nava van sînoran. Şengal cihek yê xwediyê çand, felsefe û baweriyane. Şêwazek yê jiyan cuda, li wê çandek ya kurdewariyê heye. Ji ber wê jî êrîşî wan dikin. Li Şengalê qirkirin kirin. Li hemberî wê jî berxwedanek mezin ya YPG’ê li wê heye. Li wê YPG’ê berxwedanek mezin hat kirin û gel ji nava pencê guran rizgar kir. Li Cezaa jî YPG’ê rolek wiha lîst û qehremaniyek mezin kir. YPG bûye dendika esasi ya hêzên leşkeriyên ji bo demokrasiyê bûye hêzek esasî, ev pêk aniye û di herêmê de bi vî awayî rola xwe lîstiye.”


‘Hevgirtina HPG, YPG, YNK , PDK û Hêzên rêxistina Rojhilat’


Îlham bilêv kir ku her kes ji bo avakirina yekgirtina kurdan amadene, tenê lidarxistina kongreya netewi û îlankirina vê hevgirtinê maye û wiha got: “Hêzek kurdan ya hevbeş avakirin giringe. Ji xwe berê de jî di vî warî de banga Rêber Apo ji bo lidarxistina kongerya netewî hatibû kirin. Di kongrê de biryarên hêzên leşkeriya kurdna bê avakirin û konseya leşkeriya kurdan bê avakirin. Em bawerin hemû kurd ji vê razîne û dixwazin demildest ve bê kirin. Hêzên derve jî aniha ew erêkirin û pejirandina rola HPG û YPG dilîze tê nîqaşkirin û tê pejirandin. Di lîsta terorê de mayîna PKK’ê tê nirxandin. Girtina PKK’ê nava lîsta rerorê bêmafîbûye. Em bawerin dê jê bê derxistin. Ji ber ne gengaze hêzek terorîst li hember hêzekedinê ya terorîst şer bikin. YPG jî rola yekgirtina hêza leşkeriya kurdan dilîze. Ji ber ji her çar aliyên welat din ava YPG’ê de cîh digirin. Em bawerin ev hevgirtin pêkatiye. Hem jî hevgirtina HPG, YPG, YNK , PDK û Hêzên rêxistina Rojhilat hatiye avakirin. Ev jî maye hêviya biryarek di kongerya girştî de bê dayîne.


Di dawiyê de banga me ewe ku hemû gel li heberî çeteyên DAIŞ’ê bibin yek. Em bawerin dê pêşengiya vê jî kurd bikin û bikarin li gel hemû gelan din ava hevgirtinê debin.”


(zt)