Dê Meclisa Jinên Geverê bibin bersiva pirsgirêkên jinan

08:51

Gulşen Koçuk / JINHA


COLEMÊRG – Di encama 1’emîn Konferansa Jinên Geverê de Meclisa Jinên Geverê hat avakirin. Meclisa Jinan ya Geverê bûyîna bersiva pirsgirêkên jinên Geverê armanc dikin. Aktîvîsta DOKH’ê Nazîfe Evîn girêdayî rol û mîsyona Meclisa Jinên Geverê nêrînên xwe wiha anî ziman: “Heta niha ji bo çareseriyê pirsgirêkên jinan diçun ber destê mêran. Lê niha dê êdî jin bi pirsgirêkên jinan ve mijul bibin.”


Tevgera Jinên Azad û Demokrat (DOKH) ya kul i herêmê dibiniya wê de rêxistinên jinan her diçe mezin dibe, her roja diçe herêmek nû vedike. Yek ji herêmên dibiniya xebatên jinan de hatî vekirin jî Meclisa Jinên Geverêya. Meclisa Jinên Geverê di encama 1’emîn Konferansa Jinên Geverê ya di 3’ê yê Îlonê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê hatî li darxistin de hat avakirin. Armanca Meclisa Jinên Geverê çareserkirina pirsgirêkên jinên Geverêne û bi hêz kirina jiyana wane. Her wiha ji bo jinên Geverê zêdetir di her aliyê jiyana civakî de bihêz bibin dê meclis din ava hewildanan debe. Endamên nû yên Meclisa Jinên Geverê yên nû rol û mîsyona Meclisa Jinên Geverê nirxandin.


Jinan rolê xwe yê di pêvajoya siyasî de nirxandin


Aktîvîsta DOKH’ê Nazîfe Evîn 1’emîn Konferansa Jinên Geverê nirxand. Nazîfe diyar kir ku ji ber konferansa yekem bû wan pirsgirêkên biçuk jiyan kirin lê tevlîbûn başbû. Nazife balkişand ser nirxandinên jinan yên dema konferasê de û wiha got: “Piranî jinan ser pirsgirêkên ku nava malê de dijîn, tundiya ku ji hevserê xwe dibînin, ne azadbûna xwe û di pêvajoya siyasî de rolê xwe axivîn. Jinan serkeftinên jinên Rojava, beşdarbûna jinan nava refên YPG û PKK’ê weke serkeftinên rêxistina jinê binav kirin. her wiha tevgera me weke tevgera jinan dîtin û nirxandin. Her wiha qala rêveberiya wekhev ya din ava tevgerê de kirin.”


‘Hêza ku civakê ser lingan dihêle jinin’


Nazîfe gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya dibêje: “Şoreşa ku jinê rizgar neke ne şareşe” bibîr xist û wiha domand: “Di her tekoşîn û şoreşên bi ser ketîn de teqez rêveberiya jinan di navê de heye. Din ava şoreşa me de jî jin weke kolonanin. Ew kolon çiqas bi hêz bin tekoşîn jî ewqas bi hêz dibe. Ji ber hêza ku civakê ser lingan dihêle jinin. Bê goman di konferasê de jin ser vana sekinîn. Di derbarê pêşxistina hêza cewheri ya jinan de jî gelek pêşniyarên wan çêbûn. Her wiha jin girêdayî dema ku jin bê parastina cewherîbin dema rastî şidet û tundiyan bên wê bê bersiv bimînin jî axivîn.”


‘Êdî dê jin prsgirêkên jinan çareser bikin’


Nazîfe wiha axivî: “Heya niha her dem pirsgirêkên jinan ji aliyê mêran ve hatine çareser kirin.” Nazîfe destnîşan kir ku dê jin ji bo beşdarbûna jiyana aborî, zêdetir azad û wekheviyê bi wê jişmendiyê tevlî jiyanê bûnê bingeh bigirin û wiha berdewam kir: “Bi vê baweriyê em ketin rê. Em hêvîdarin ku ji niha û şun de her tuşt ji bo jinan zêdetir baş biçe.”


‘Êdî cîh û rengê jinan diyarbû’


Endama Meclisa Jinên Geverê Reyhan Oren jî diyar kir ku konferansa jinan gelek bi reng derbasbû û dê ji bo pêvajoyê bibe bersiv. Reyhan da zanîn k udi pêvajoya avakirina xweseriya demokratîk de jin dê bi serkeftîbin û wiha got: “Ji niha û şunde dê rolê jinê din ava civakê de diyar be.” Reyhan destnîşan kir ku dê xebatên meclisa wan bi hêz berdewam bikin.


Endama Meclisa Jinên Geverê Nurperî Arslan jî  deberê xebatên xwe yên meclisê de wiha axivî: “Emê pêşiyê li pêşketina jinan vekin. Bi tayîbetî jî emê jinan ji hişmendiya mêran  û zilma wan rizgar bikin. Emê ji bo vê pir bixebitin.”


WÊNE- Bacı Anuk


(zt)