Heyete HDP, DBP û KCD'ê derbazî herêma Federala Kurdistanê bûn

10:44

JINHA


AMED - Heyeta ji hevserokên HDP, DBP û KCD'ê û wekîlên HDP'ê pêk tê ji bo hevdîtinan li Başûrê Kurdistanê bikin çûn Başûrê Kurdistanê.

Heyeta ji Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna, Hevseroka Federasyona Êzdiyên Ewrupa Leyla Ferman, wekîlên HDP'ê Nazmîr Gur û Erol Dora pêk tê ji bo geşedanên li Şengalê pêk tên bi nirxînin û hevdîtinan bikin derbasî Herêma Federal a Kurdistanê bû. Li gorî agahiyan heyet serê sibê ji Deriyê Sînor ê Xeburê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn û hate hînbûn ku heyet ewil dê bi rayedarên KCK'ê re li Qendîlê hevdîtinê bikin û pişt re dê derbasî Hewlêr û Silêmaniyê bibin û hevdîtinan bikin. Di hevdîtinan de dê li ser mijarên Kongreya Neteweyî, parastina hevbeş û yekîtiya di navbera kurdan de bê rawestandin. Di hevdîtinan de li bendêne ku li ser astengiyên pêşiya Konferansa Neteweyî û yekîtiyê bên rawestandin.


(zt)