Jinên Roj Women qampa Newroz ziyaret kirin
12:59
JINHA
DÊRIK - Şandeyek Rêxistina Jinan a Birîtanî Roj Women ji bo lêkolînkirina rewşa jinên Êzîdî û amadekirina raporeke giştî derbarê jiyana koçberan de serdana kampa Newroz kir.
Şandeya ku ji Endama Rêxistina Jinan a Birîtanî Roj Women Eyşê Tekagaş, Endama Beşê Şêwirmendiya Pisîkoljîk ya Rêxistinê Yasmîn Andan, Lêkolînera Rêxistinê Aleks Lort û Edîtora Buroya Çapemeniyê ya Rêxistinê Melta Aya pêk dihat tevî nûnerên Yekîtiya Star Bekiya Hiso, Xaliya Murad, Nûjîn Yousif û Leyla Qehreman serdana kampa Newroz kirin.
Endama beşê Şêwirmendiya Pisîkoljîk ya Rêxistinê Yasmîn Andan armanca wan ji vê serdanê lêkolînkirina rewşa jiyana jinên Êzîdî li kampê, piştre amadekirina raporeke derbarê rewşa jiyana kampê bi giştî de û ragihandina wê ji raya giştî re ye. Ji aliyê xwe ve Bekiya Hiso girîdayî proje û bernameyên perwerdeyê ji bo zarokan ku di demeke nêz de were birêxistinkirin axivî û diyar kir ku piştî bidawîkirina lêkolînan wê hin alîkariyan bi jinên koçber re bikin.
Piştre şande di nava kampê re geriya da ku ji nêz ve rewşa koçberan û pêdiviyên wan nas bike.
(zt)
