KCD: Divê her kes ji bo perwerdeya zimanê dayîkê dengê xwe bilind bikin

15:12

JINHA


AMED – KCD’ê di sala nû ya perwerdehiya dibistanan de piştgirî da biryara TZP-Kurdî, Kurdî Der, Egitim-Sen û MAPER'ê ya boykotkirina dibistanan, avakirina dibistanên kurdî û bang li hemû gel kir da ku zarokên xwe neşînin dibistanan.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ê bi destpêkirina perwerdehiyê yê dibistanan re daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ziman nasnameya mirovan e. KCD'ê di daxuyaniya xwe de li ser giringiya ziman sekinî û diyar kir ku heke ziman tune be mirov ji aliyekê ve kêm dimîne û wiha hat gotin "Heke ziman bi perwerdehiya zimanê dayikê geş û gur nebe, gel pênaseya netewebûyina xwe wenda dike. Di kurahiya dîrokê vir de, gelê kurd zimanê xwe bi hêza xwe çanda xwe parastiye û aniye roja îroyin. Bê guman ev parastin bê tekoşîn û bedel dayinê pêk nehatiye. Di vê astê de hem wek kes û hem jî wek gel û netew divê perwerdehiya zimanê zikmakê bi her awayî serbest bên kirin." 

‘Em xwedîderketina li ziman pêngavek biwate dibînin’


KCD'ê di daxuyaniya xwe de xwest ku qedexeyên ser ziman ji holê rabin û wiha berdewam kir: "Sazî û dezgehên ziman û perwerdehiyê hewl didin ku dibistanan ava bikin û balê bikişînin ser perwerdekirina zimanê dayikê. Em wek Kongreya Cîvaka Demokratîk xebata avakirina dibistanên Kurdî, pêngaveke biwate dibînin û piştgirya xwe eşkere dikin. Her wiha, bangavaziyên TZP Kurdî, Kurdî Der, Egitim-Sen û MAPER’ê  ji bo balê bikşînin ser perwerdehiya zimanê dayikê, û biryara wan a boykotkirina dibistanan di cih de dibînin û piştgiriyê didin wan." 

KCD'ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hemû malbatan kir ku ji bo perwerdehiya zimanê dayikê dengê xwe bilind bikin.”

(zt)