Jinên Kobanê perwerdeya ramyarî dibînin
17:30
Îlon
9
/ 2014
JINHA
KOBANÊ- Yekîtiya Star perwerdeya ramyarî ya 22 jinên taxa Botan a rojavayê bajarê Kobanê ku 15 rojan domand, bidawî kir.
Di dewreyê de jinan waneyên 'Dîroka Kurdistanê, rastiya rêvebetiyê, Civaka Xwezayî, girîngiya perwerdeyê, dîroka jin, şerê taybet û xweparastin birin. Hate hînbûn ku perwerdeyên bi vî rengî dê li hemû taxên herêma Kobanê bidomin da ku jin di aliyê bîrdozî û ramyarî de werin pêşxistin.
(zt)
