Xwendekar: Heger xwendina bi zimanê dayîkê nebe dibistan nîne

08:43

Tekoşin Tekin/JINHA


ŞIRNEX – Xwendekarên kurd diyar kirin ku dê beriya 15’ê mehê ji ber sala xwendinê ya nû dibistanan boykot bikin û gotin: “Dewlet perwerdeya Înglîzî, Elmanî û Erebî dipejirîne lê ya kurdî na pejirîne. Em weke zarokên kurd vî sucê mirovahiyê bişaftinê na pejirînin. Em weke zarokên kurd dibistanên dewletê boykot dikin û perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin.”


Bi boneya sala xwendinê ya 2014 û 2015’an Komîteya Ziman û Perwerdê ya KCK’ê daxuyaniyek nivîskî weşandin û bang li malbatên kurd kirin bil ali hemberî polîtîkaya înkarê ya ser zimanê kurdî û qirkirina çandiya ser gelê kurd bila hefteya despêkê zarokên xwe neşînin dibistanan. Ciwanên kurdan jî dan zanîn ku dê ji bo daxwaza perwerdeya bi zimanê xwe sala perwerdê ya nû boykot bikin. Xwendekara Zanîngehê Nujîn Ayan ya 21 salî anî ziman ku ji demboriyê heya niha her dem kurd rastî mêtîngeriyê hatine, ji bo parastina çand û zimanê xwe bi salane tekoşînê didin.


‘Em perwerdeya ku dewlet dide naxwazin’


Nujîn destnîşan kir k udi dibistanan de zimanên wekek Înglîzî, Erebî, Almanî û Firansî tên dayîn lê ji zimanê kurdî re cîh nayê dayîn û wiha got: “Em îro dibînin ji derveyî zimanê me wekedinê bi hemû zimanan perwerde tê dayîn. Tenê ev tê wateya kurd ji dîrokê sîlkirinê. Dixwazin me ji dîrokê biqedînin ji ber wê jî desturê nadin perwerdeya bi zimanê me. Dewlet di aliyê çand û ziman de ser me mêtîngeriyê dikin… Niha em ewqas hatîne bişaftin, em êdî nikarin bi zimanê xwe xwe îfade bikin. Ji ber wê jî me herî zêde mînaka li ber çavan tê dîtin dibistan boykotkirin tercîh kir. Em dibistanan boykot dikin, heger dewlet perwerdeya bi zimanê me nane me em perwerdeya wan jî naxwazin.”


‘Em sucê mirovahiyê bişaftinê napejirînin’


Xwendekara dibistana Amadeyî Newroz Çevik ya 16 salî jî balkişand ser bişaftina ser zimanê kurdî û polîtîkaya tunekirinê. Neweroz diyar kir ku bi milyonan zarokên kurdan neçar mane di dibistanên dewletê de dixwînin û neçar dimînin ji derveyî zimanê xwe bi zimanek biyan waneyan dibînin. Neweroz da zanîn ku ev rewşa di dibistanên biyaniyan de bi zimanê biyaniyan xwendin dibi sedem ku zarokên kurd rastî tirajediyên mezin tên û wiha domand: “Zarok din ava du zimanan de dimînin û nikare bi zimanê dayîka xwe bipeyîve. Divê êdî gelê kurd û zarokên kurdan vî sucê mirovahiyê bişaftinê nepejirînin. Heger em bi zimanê dayîka xwe bi peyîvin. Ez di wê baweriyê deme ku emê mafê perwerdeya bi zimanê xwe jî bi dest bixin. Weke hemû salan ezê îsal jî dibistanên dewletê boykot bikim.”


‘Weke zarokên kurd emê bi zimanê dayîka xwe bipeyîvin’


Newroz bang li ciwanên kurd û ewletê kir û wiha berdewam kir: “Heger hun dibistana bi zimanê dayîka xwe dixwazin hefteyekê kes neçin dibistanan û werin em bi hev re dibistanan boykot bikin. Banga min ji bo dewletê jî bila dawî li polîtîkayên xwe yên bişaftinê bînin. Em weke zarokên kurd dibistanên dewletê boykot dikin û perwerdeya bi zimanê dayîka xwe dixwazin. Emê zarokên kurd bi zimanê dayîka xwe bipeyîvin.”


‘Werin em dibistanan boykot bikin ji bo dewlet perwerdeya bi zimanê dayîka me bide’


xwendekara dibistana navîn  Zîlan Katar ya 14 salî jî anî ziman ku ji bo perwerdeya bi zimanê dayîka xwe emê hefeta despêkê dibistanan boykot bikin û wiha domkir: “Bila hamû zarokên kurd hefteya despêkê dibistanan boykot bikin ji bo em bigihin mafê perwedeya bi zimanê xwe. Ji bo dewlet neçar bimîne perwerdeya bi zimanê me bi pejirîne. Em dibêjim bê ziman jiyan nabe.”


‘Perwerdeya bi zimanê dayîka me weke şîrê dayîka me ji bom e helale.’


 (zt)