'Dem dema bi jinên Êzidî re bûyîna yek û xwe bihêzkirinê ye'

10:11

Roza AMED-Arjîn GARZAN/JINHA


DÊRIK – Heyetek ji 10 jinên Endamên Yekîtiya Star û Endamên Wexfa Roj Women ji bo ji nêz ve şopandina rewşa jinên Êzidî çun Qampa Neweroz ya li Rojava. Jin dê di encama çavdêriyên xwe de raporekê amadebikin û serlêdanên pêwîst jî li Ewrupa bikin. Jinan gotin: “Pêdiviya me jinan bi piştevaniya hev ya manewî heye. Ji bom e ya giring rêxstin kirina jinan û hêza wan derxistina holêye. Dê jinên Şengalê bi xwenaskirinê şopên qirkirinê ser xwe bavêjin.”


Endama Yekîtiya Star ya Peyîwendiyên Karê jiderve ya Herêma Federala Kurdistanê Nujîn Yusiv, Endama Peyîwendiyên Karên Derve ya Lubnanê Leyla Karaman û Endamên Wexfa Roj Women  li gel lêkolînvan Alex Lort heyetek ji 10 jinan despêkê ji bo ji nêz ve şopandina jinên Êzidî bi rêveberiya Qampa Neweroz re hevdîtinek kin kirin. Piştî hevdîtinan heyet ji bo ji nêz ve şopandina koçberan û tayîbetî jî jinên koçber li nava qampê geriyan. Heyet bi jinan re runiştin û li wan guhdar kirin.


‘Emê girêdayî rewşa jinên Êzidî raporekê amade bikin’


Ser navê endamên Wexfa Roj Women yê ji bapyîtexta Îngîltere Londrayê hatine Ayşe balişand ser xebatên ji bo jinên Êzidî hatîn despêkirin û wiha got: “Ji sala 2002’an heya niha ew weke Wexfa Roj Women li Îngîltereyê di aliyê civakî û siyasî de ji bo jinên kurd û tirkan xebatan dimeşînin. Dema ku roja yekê ser gelê Êzidî qirkirin hat kirin em weke Wexfa Roj Women li hev civiyan ji bo em dikarin çî bikin me nêrînên xwe par kirin. Ji bom e li vê derê hinek tuşt bi jinên Êzidî re par kirin gelek giringe. Armanca me ya hatina vê derê ji bo tuştên di aliyê zayendî de ser jinên Êzidî hatîn dayîna bihîstin û weke proje pêşkêşî hemû cîhanê kirine.”


Ayşe anî ziman ku ewan hewildan hîn bibin pêdiviyên jinan çîne û ji dewletên derve çiqas alîkariya wan tên kirin. Ayşe diyar kir ku ewê di derbarê van agahiyên bigirin de raporekê amade bikin û pêşkêşî welatên Ewrupa bikin, her wiha dê ji bo alîkariyê jî serlêdan bikin.


‘Gelê Rojava himbêza xwe ji Êzidiyan re vekirine’


Lêkolînvana bê alî Alex Lort jî nêrînên xwe derbarê qampê de wiha anî ziman: “Ez lêkolînvanekim, bi navê Roj Women hatim vêderê. Ji bo alîkariya mirovên li vê derê bikim hatim. Ez ji cihgirtina xwe ya din ava lêkolînên Roj Women û li gel vî gelê di qirkirinan re derbasbûne cîh girtinê şanazim. Ez gelek minetdarim û vî karî bi heskirin dikim. Em li qempê geriyan. Ez hîn bûm ku ev gelê li vê derê gelek bihêze. Gelek bi germî li gelê Rojava dinêrin. Ji ber gelê Rojava ji bo wan hembêza xwe vekiriye û bi her awayî ji bo wan dibin alîkar. Her çendî derfetên gelê Rojava jî gelek kêmin lê cardin jî bi her awayî alîkarî dikin.”


‘Pêdiviya me jinan bi alîkariya hev heye’


Endama Yekîtiya Star ya Têkiliyên Karêderve ya Lubnanê Leyla Karaman jî diyar kir ku bi rêya çapemeniyê agahî ji Qampa Neweroz girtin têrnake û ew hatine ji bo êşên gelê Şengalê parvebikin. Leyla da zanîn ku bi tayîbetî tuştên ku jin û zarokan jiyan kirîn tuştên bi hêsan bikarin ser xwe bavêjin nîne û wiha domand: “Em jî ji Lubnanê hatin ji bo wan guhdar bikin û bi wan bidin hîs kirin ew ne bi tenêne.”


‘Jin bi xwenaskirinê dikarin şopên qirkirinê ser xwe bavêjin’


Endama Yekîtiya Star ya Peyîwendiyên Karê jiderve ya Herêma Federala Kurdistanê Nujîn Yusiv jî anî ziman ku wê ji bo jinên Şengalê selam û hestên piştevaniyê aniye û wiha berdewam kir: “Em jî di gelek qirkirinan re derbas bûn. Ji bo tuştên jinên Şengalê jiyan kirine bên sivik kirin çî ji destê me bê em amadene. Em vê qirkirinê weke ser hemû jinan hatiye kirin dinêrin. Piştî ku em hatin me rewşa jinan ji nêz ve dît û şopand. Êdî ji niha û şonde li Başur çî ji destê me bê emê hewil bidin bikin. Tuşta em bikin rexistinkirina jinan, hêza wan derxistina holêye û yekîtiya wan parastine. Dema ku jin bûn yek tuşta ku nikarin bikin nîne. Jinên Şengalê jî tuşta ku nikarin bikin nîne. Tenê şopnên vê qirkirinê dikare bi xwenaskirina jinan, perwerde kirin û yekgirtina wan dikare bê derbaskirin. Jinên Şengalê bi xwenaskirinê dikare van şopan derbasbikin.”  


 (zt)