Qirika jinekê hat jêkirin û wiha hat qetilkirin
10:32
Îlon
10
/ 2014
JINHA
STENBOL – Jina bi navê Fatma Şerban ya 34 salî ji aliyê kesê nasnameya wî nehat zanîn ve di mala xwe de hat qetilkirin.
Jina bi navê Fatma Şerban ya 34 salî li mala xwe ya li kolana Keten ê ya taxa Umraniye Çamlikê ji aliyê kesê nasnameya wî nehat zanîn ve hat qetilkirin. Dema ku peyîwirdarê bînaya Fatma têde dima bi bûyerê hesiya agahî da polîsan. Dema ku polîs hatin cihê bûyerê qirika Fatma biriyî bû. Ekîba tenduristiyê hatin cihê bûyerê cenazeyê Fatma rakirin Morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Umranyayê.
Girêdayî bûyerê lêpirsîn hat despêkirin.
(zt)
