'Tehmula wan li hemberî hevserokatiyê nîne'
11:37
Sarya Gozuoglu / JINHA
AMED – Bertekên hevserokan di derbarê serlêdan walitiyê ya dadgehê ji bo betalkirina biryara şaredariyan ya “Xebatên rêveberiyê yên Hevserokatiyê” bi hincetên weke “Di zagonan de bi navê hevserokatiyê organ û kadrobûn nîne” berdewam dikin. Hevşaredara Bismîlê Cemîle Emînoglu got: “Tekoşîna jinan ya salan ji bo demokratîkbûna herêmê, jin bibe xwedî vîn û koordîne derberya herî mezin li pergalê daye. Ji ber wê jî tehmûla pergala deshilatiya mêrane li hember pergala hevserokatiyê nîne.”
Di derbarê serlêdan walitiyê ya 3’emîn Îdareya dadgehê ji bo betalkirina biryara şaredariyan ya “Xebatên rêveberiyê yên Hevserokatiyê” bi hincetên weke “Di zagonan de bi navê hevserokatiyê organ û kadrobûn nîne” bertek berdewam dikin. Di meha tîrmehê de bi zêdehiya dengên meclisên şaredariyan biryara “Bi pergala hevserokatiyê Peyîwir û Xebat kirin” hatibû girtin. Ser vê biryarê qeymeqamê navçeyan ji bo “rawestandina rêveberiyê û betalkirina karê wan” doz vekiribû. Girêdayî pergala hevserokatiyê û Hevşaredara Bismîlê Cemile Eminoglu bertek nîşanî vê hewildana dozvekirinê da û wiha got: “Bi salan eme di tekoşîna jinan de rêveberiya wekhev armanc kiriye. Ev pêvajoyek me bi vîn kirina jinan, di her aliy jiyanê de biryar girtina wan û di vê wateyê de koordune kirina jinan ya jiyanê dest pêkiriye.”
‘Di herêman de demokratîkbûyîn darbeyek li hişmendiya takane perestiyê dayîne’
Hevşaredar Cemîle anî ziman ku pergala hevserokatiyê demokratîk kirina siyasetê ye û durxistina hişmendiya serdetse û wiha domand: “Me bi partiyên siyasî re tekoşîna vê da. Nihal i gel gelek zorî û zehmetiyan pergala hevserokatiyê hatiye pejirandin, lê hîna lig elek cihên herêmî jî yên li hember der derdikevin û pergala hişmediya serdestiyê diparêzin hene. Lê di rêveberiyên herêmî de heya niha pergalek ku mînakên wê nahatine jiyankirine.”
‘Ya giring pejirandina vîna gele’
Cemîle bilêv kir ku ew bi vîna gel hatine hilbijartin û wiha berdewam kir: “Gel pejirand û bi vîna xwe dengê xwe dan. Ev tiştên li hemberî pergala me ya hevserokatiyê tên kirin ne naskirina vîna gele. Ji ber wê jî emê bibin parêzvanê pergala xwe ya hevserokatiyê ya ku ji aliyê me û gelê me ve rewa hatiye dîtin û pejirandin. Li gorî me rewabûn bi zagonên merkezî nayên kirin. Divê vîna gel bê dîtin.”
Hevşaredara Artuklu ya Mêrdînê Sevînç Bozan jî diyar kir ku ew bi pergala hevserokatiyê ketine hilbijartinê û ev pergal ji aliyê gel ve hatiye pejirandin û wiha domand: “Di tekoşîna me ya gel û azdiyê de pergala hevserokatiyê mijarek jênegere.”
‘Jinên kurd li ber xwedan û bi barxwedanê gelek tuşt bi destê xwe xistin’
Sevînç balkişand ser helwesta dewletê ya li hemberî pergala hevserokatiyê û wiha berdewam kir: “Dawetiyên ji saziyên fermiyên dewletê tên ji her duyan re jî hevserok dibêjin. Lê dema kut ê cihê fermî walî û qeyemeqam bi helwestên weke ‘ji ber ne fermiye ji bo em dê pirsgirêkan derbixin, em vê na pejirînin’ nêz dibin. Heya niha gelê kurd û tayîbetî jî jinên kurd li ber xwe dan û bi berxwedanê jî gelek deskeftî bi desxwe ve anîn. Ji niha û pêde jî em bi biryarin emê tekoşîna xwe berdewam bikin.
(zt)

