Mamoste Fehîme ya 76 salî li akademiyê waneyên dîrokê dide

13:35

JINHA


QAMIŞLO – Di Akademiya Mezopotamyayê de mamostaya dîrok û çîrokan Fehîme Remo. Fehîme ne tenê çîrok û dîrok di waneya xwe ya despêkê de ser rola jinên ciwna di xwendinê û nava civakê de jî nirxandin kir. Ji ber pira Fejime ji kaniyên xudawendan av vexwariye û bi felesefeya wan mezin bûye, ji ber wê jî ew xwediyê zanînên dîroki yên dewlemende.


Li Akadimiya Mezopatamiya ya ku di rojên derbasbûyî hatî vekirin de dê waneyên dîroka Kurdistanê û dîroka giştî, dîroka gerdunê, civakî, lêgerînên heqîqet,  dîroka jinê têgînên aboriyên girêdayî felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalana dê bên dayîn. Niha li heman akademiyê pîra bi navê Fehîme Remo ya 76 salî waneya çîrok dide xwendekaran. Fehîme bi xwe ji bajarê Qamişloye. Fehîme dibistan ne xwendiya lê bi tecrubeyên xwe yên jiyanî û dîrokî waneyan dide. Pîra fehîme ji kaniyên xudawendan av vexwariye û bi felesefeya wan mezin bûye. Ji xwe ma çî pêdivî bi xwendinê heye pîra Fehîme bi xwe dîroke. Ew xwediyê 76 sal temen li gel ew hemû bûyerên dîroki yên ji dayîk û pîrikên xwe hînbûyî waneyan dide. Li gel van hemûyan ma xwendin li hemberî zanînên pîra Fehîme çî dike û li çî digere.


Beriya pîra Fehîma dest bi waneya xwe ya çîrok ku dê bide xwendekarê akademiyê qala rola jinên ciwan di xwendinê û nava civakê de. Her wiha Fehîme balikşand ser pergala deshilatiya mêran ya ser jinan. Fehîme ser bîrdoziyê jî axivî. Fehîme piştî wan jî çîrokên dîrokiyên di dîroka gelê Kurd de weke destanan bûne malê gel yên weke Derwêşê Evdî jî ji xwendekaran re vegot.


 (zt)