Li Amedê saziyên civakî ji bo beşdariya boykotê bang kirin
14:03
JINHA
AMED - Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê û TZP- Kurdî, têkildarî vekirina dibistana kurdî û boykota dibistanan daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de Serokê Giştî yê TZP-Kurdî Sebahattîn Gultekîn, bang li hemû gelê kurd kir ku piştgiriyê bidin boykota dibistanên dewletê. Sabahattîn xwest gel zarokên xwe bişînin dibistanên kurdî yên li Amed, Cizîr, Gever û sê herêman vedibin.
Şaxa Egîtîm Senê ya Amedê û TZP- Kurdî, li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî vekirina dibistana kurdî û boykota dibistanan de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankarta li ser "Ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê, gelê kurd hefteyekê dibistanan boykot dike" hate vekirin de endam û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên weki KURDÎ-DER, KESK, MAPER, DTK, DBP, HDP'ê amade bûn. Di daxuyaniyê de her tim dirûşma "Bê ziman jiyan nabe" hate berzkirin. Li ser navê saziyan daxuyanî ji alîyê Serokê Giştî ya TZP-Kurdî Sebahattîn Gultekîn ve hat xwendin. Sabahattîn, diyar kir ku hemû danehevên madî û manewî yên gelan, ji alîyê ziman vê tê afirandin û ger ziman were windakirin hemû çand û dîrok jî tên windakirin.
‘Ev sûcê mirovahiyê nêzî sed sal in li hemberî gelê kurd tê kirin’
Sabahattîn, got ku qedexekirina ziman qedexekirina hebûna gelan e û wiha axivî: "Ji bo vê ye ku di cîhana hemdem de wekî sûcê mirovahiyê tê qebûlkirin û ev sûcê mirovahiyê nêzî sed sal in li hemberî gelê kurd tê bikaranîn." Sabahattîn, da zanîn ku ev 40 sal in gelê kurd aniye astea ku nikare were windakirin û anî ziman ku gelek ji aliyên dewletê ve di mijara dibistanên kurdî de gav werin avêtin. Sabahattîn, destnîşan kir ku pirsgirêka kurd pirsgirêka zimanê dayîkê û perwerdehiya bi zimanê dayîkê ye. Sabahattîn, ji bo vê yekê bang li malbatên kurd kir û daxuyand ku divê di 15'ê ilonê de hefteyekê ji bo mafê perwerdehiya bi zimanê kurdî dibistanên dewletê werin boykotkirin û zarokên xwe neşînin dibistanan.
‘Bila herkes zarokên xwe bişînin dibistanên xwe’
Sabahattîn, bilêv kir ku ji bo alternatîfa dibistanên dewletê wekî li Cizîr, Amed û Geverê dibistanên kurdî hatine vekirin û wiha axivî: "Em bang li gel, rêveber û pêşengên civakê dikin ku zarokên xwe bişînin van dibistanên xwe yên ku dibin dibistanên perwerdehiya zimanê dayîkê yên yekemîn e. Her wiha di hefteya yekemîn a vekirina dibistanan de zarokên xwe neşînin dibistanên fermî yên tirk."
(zt)

